Serokê Herêma Kurdistanê sersaxî li malbata M.Emin Bozaslan kir

Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de sersaxî ji malbata nivîskar, lêkolîner û welatparêz Mehmet Emîn Bozarslan û hemû rewşenbîrên Kurdistanê re xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyameka behîdariyê ji ber koça dawiyê ya nivîskar, lêkolîner û welatparêz Mehmet Emîn Bozarslan belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de sersaxî ji malbata Bozarslan û hemû rewşenbîrên Kurdistanê re xwest û got: Bozarslan bi xizmet û berhemên xwe yên binirx roleke mezin ji bo parastin û pêşxistina ziman û wêjeya kurdî lîst.
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:
Ji bo koça dawî ya nivîskar, lêkolîner û welatparêzê hêja Mehmet Emîn Bozarslan, sersaxiyê didim malbata wî ya birêz û hemû rewşenbîrên Kurdistanê. Canê wî şa be.
Seyda Bozarslan bi xizmet û berhemên xwe yên binirx, roleke mezin ji bo parastin û pêşxistina ziman û wêjeya kurdî lîst. Şopa wî dê her tim di bîra me de zindî bimîne.


