Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêzan Cîgirên Serok li Silêmaniyê serdana birêz Mihemed Hacî Mehmûd Sekreter û Mekteba Siyasiya Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir.
Li hevdîtinê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û hewlên bi navê yekxistin û hevhelwestiya hêz û aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê da guftûgo kirin. Li vî derbarî de birêz Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, hewl û hengavên Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi girîng û pêwîst da zanîn û hemû piştgîriyekî Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê dûpat kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya bireveçûna tevahiya hêz û aliyên siyasî beşdar û derveyê Hikûmetê ji bo hewlên yekrêzî û dirustkirina çarçêweyekî hevbeşa alîkarî û hemahengiya di navbera aliyan kir heta hemu pêkve bikarin serkeftiyane dijwariyên vê qonaxê derbas bikin û bi karê pêkveyî ber bi paşerojeke baştir ya Herêma Kurdistanê hengav bavêjin.