PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya berpirseke bilinda serbaziya Brîtanya kir

 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Marşal Samî Sampson Şêwirmendê Bilindê Berevaniya Brîtanya ya Rojhilata Navîn û Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandeke li gel da kir.

Li civînê de pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û metirsiyên serhildana Da’îş, tevgera çekdarî û çawayiya rûbirûbûna gefan, erkê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş li Iraq û Herêma Kurdistanê, yarmetî û hevkariya Brîtanya û Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo bihêzkirina sîstema berevaniya Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, bi hêzkirina hevbeşî û alîkariya zêdetirê serbaziya Brîtanya û Hevpeymaniya Navdewletî li gel Iraq û Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna spas û pêzanînên ji bo rola Brîtanya û Hevpeymaniya Navdewletî li hevkarî û piştgîrîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo têkşikandina Da’îş, tekez li pêwîstiya Iraq û Herêma Kurdistanê bi berdewamiya erk û piştgîrî û hevkariya hevpeymaniya navdewletî ya ji bo ji navbirin û nehiştina yekcarekiya Da’îş û metirsiyên wê kir, her wiha spasî hevkariya serbaziya Brîtanya ya ji bo Herêma Kurdistanê li rûyê meşq û rahênana Pêşmerge û rol û beşdarî û piştgîriya li çaksaziyên Wezareta Pêşmerge da kir.

Li civînê de ku birêz Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêr amadebû, şanda mîhvan pesn û pêzanînên xwe ji bo rol û qurbaniyên Pêşmerge ya li têkşikandina Da’îş de derbirî, her wiha girîngiya hebûna mekanîzmeke bi hêz ya alîkarî û hemahengiya di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge bi piştgîriya hêzên hevpeymanan bi taybetî li wan navçeyên valahiya emnî heye dûpat kirin û behsa rewşa navçeyê bi giştî û çend babeteke girîngê hevbeş kirin.

Back to top button