PolîtîkRojev

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê civiya

Li berdewamiya serdana xwe ya Silêmaniyê da, nîvroya îro sêşem 04.05.2021 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêzan Hevserokan û Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê civiya.

Li civînê de ku birêzan Cîgirên Serok amadebûn, Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pêwîstî û girîngiya karê hevbeş û pêkveyî ya di navbera tevahiya hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Herêma Kurdistanê bi navê mîsogerkirin û parastina maf û berjewendiyên bilindên Herêma Kurdistanê û niha û qonaxên paşerojê da, tekez li berpirsiyarî û rol û pêgeha diyar û bandor ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li yekrêzî û tebayî û proseya siyasî û hukimraniya Herêma Kurdistanê û ya li ser asta Iraqê da kir.

Ji aliyê xwe ve birêzan Hevserokên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji bilî destxweşiyê, hemû piştgîriyekî Yekîtî ji bo hewl û hengavên Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya bi navê nehiştina nakokî û pêkanîna yekdengî û hevhelwestî û yekrêziya di navbera hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê da dûpat kir û hemû hevkariyek ji bo serxistina wan hewlan nîşan da û hevrê bûn ku pêwîste mekanîzm û çarçêweyekî hevbeş ji bo pêkve karkirin û alîkarî û hemahengiya di navbera hemû hêz û aliyên siyasiyan da hebê.

Hengavên ji bo amadekirina destûra Herêma Kurdistanê rewşa Herêma Kurdistanê bi giştî, peywendiyên Hewlêr – Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên wan, hilbijartinên paşeroja Iraqê û komek babetên girîng hevbeş bûn, çend mijareke dinê civînê bûn.

Back to top button