CivakRojev

Feyyaz Ekmen li Kercewsê spartin axê

Cenazeyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen Li Kercewsê Hate Veşartin

Cenazeyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê hevalê me Feyyaz Ekmen îro(04.05.2021) li  Kercewsê ya Nevçeya Batmanê(Êlih) hate veşartin.

Cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen di seet: 09.45ê gihîşte Balafirgeha Batmanê.

Li gel qedexeyên Covîd-19ê jî girseyeke gelek mezin li Balafirgeha Batmanê pêşewazîya cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen kir.

Cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen, bi konvoyeke mezin ya trêmbêlan gihîşte cîh û warê bav û kalan, gihîşte Kercewsê.

Ewil cenazeyê hevalê me Feyyaz Ekmen giîşt mala wan a li Kercewsê. Başê  girseyê cenaze ji malê girtin û bibirn mezelê navçeyê.

Piştî cenaze hate veşartin telqîn a dînî hate xwendin.

Piştî telqînê li gori wasîyeta Kek Feyyaz Ekmen , endamê Komîteya Birever a Navendî a PAKê Orhan Kaya axa û kulîlkeke ku ji Başurê Kurdistanê anîbû li ser mezelê kek Feyya Ekmen reşand û kulik lê çand.

Mezelê kek Feyyaz Ekmen bi Alaya Kurdistanê hate pêçan.

Paşê endamê Meclîsa PAKê Eyüp Alacabey mesaja Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik xwend û di derbarê xebat, û hevaltîya xwe ya 50 salî ya bi kek Feyyaz Ekmen re axaftinek kir , behsa kesayet û xisûsîyeta  welatperwerane ya Kek Feyyaz Ekmen kir.

Ji ber qeexeyên Covîd-19ê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û rêveber û endam û alîgirên PAKê, welatperwerên Kurdistanê û aqreba, nas û dos û hezkirîyên kek Feyya Ekmen mixabin nikarîbÛn beşdarî  merasîma veşartina cenazeyê wî bibin.

Lê dîsa jî girseyeke mezin ji malbat û aqrebe û nas û dostên kek Feyyaz Ekmen ,  hinek rêveberên PAKê û welatperên Kurd beşdarî  veşartina cenazeyê bûn.

Endamê Komîteya Birever a PAKê Orhan Kaya û endamên Meclîsa PAKê Eyüp Alacabey, Bedran Acar, Aziz Özdemir, Mehmet Ali Yılmaz, Ömer Erdem, Şeyhmus Ünal, Ahmet Öztekin karîbûn beşdarî veşartina cenazeyê bibin û hemû PAKî li wê derê temsil kirin.

Nûnerê PDK-Bakur jî li ser mezel ji malbata kek Feyyaz Ekmen û ji PAKîyan sersaxî xwest.

Piştî merasîma veşartina cenaeyê hevalê me Feyyaz Ekmen, ji ber tedbîrên Covîd-19ê şÎn nehat danîn û girse belav bû.

04.05.2021

Buroya Çepemenî û raGehandinê ya PAKê.

Daxûyaniya serokû PAKê:

Oxir Be Kek Feyyaz

Ez jî, gelek heval û dost û hezkirîyên Kek Feyyaz jî, gelek welatperwerên Kurdistanê jî,  bi hezaran kes ji ber qedexeyên vê kambaxa pandemîyê mixabin me nikarîbû nuha tabûta Kek Feyyaz  hilgirin û kulmek axa mezelê wî bêhn bikin û xatir jê bixwazin. Lê  nuha dilê me hemûyan jî li wê derê li gel malbat û heval û dost û hezkirîyên kek Feyyaz  lê dide. 

Em soz didin ku gava  qedexe rabin, hema rewş hinekî normalîze bibe, di demeke minasîb de, emê miheqeq bêne seredena te kek Feyyaz.

Rast e kek Feyyaz wek fizîkî ji nav me koç kir. Lê ji îro pê ve jî,  li her çar alîyê cîhanê  kek Feyyaz di dilê bi hezaran kesî de dê  bijî.

Kek Feyyaz bi  kesayeta xwe, bi dilsozî, fedakarî, nefsbiçûkî, biryardarî, welatperwerî, wêrekî, hevalbendî, hesasîyet, însanetî û bi nezaketa  xwe dê ji bo me her wek nimûneyekî be, wek îdolekî be.

Kek Feyyaz ji 50 salî zêdetir e, wek kadroyekî, wek rêberekî  PDKTyê, KİP-DDKDyê û PAKê bi fedakarî, bi bawerî, bi heyecan, bi evîneke ji dil a ji bo Doza Azadîya Kurdistanê, bêwestan her di nav refên têkoşînê de bû. Kek Feyyaz damezranêr û pêşengekî fikra neteweyî, azadîxwaz, demokrat  a Partîya Azadîya Kurdistanê bû.

Li kê derê dinyayê Kurdan çi destkeftinek bidest bixistana, ew ji bo Kek Feyyaz cejnek bû, geşa dilê wî dida rûyê wî. Ew bi can û dil Kurdistanî bû;  edalet, wekhevî, parastina mafê jinan û mafê zarokan, însanetî û  empatî bingehê felsefeya jîyana wî bû.

Di jiyana xwe de jî, di xebat û têkoşîna xwe ya neteweyî û niştimanî de jî wî çi bidestxistibe, bi sebir û bi xebateke bêhempa û fedakarane, bi keda xwe û bi ya hevjîna xwe bidest xist, wî rûmet û hemû destkeftinen xwe bi kolandina nenûkên xwe ava kir. Herweha kek Feyyaz, bingehê şexsîyeta xwe  ji kesayeta bavê xwe, ji malbata xwe  ya welatperwer, naskirî, qedir û qîmet û urf û adet zana  û bi taybetî jî ji şîr helalîya dîya xwe wergirtibû. 

Belê, Mehtapxan, Pelîn, Mizgîn, Mem Lorî jî, hemû malbata Kek Feyyaz û ya Mehtapxanê jî, em hemû heval û dost û hezkirîyên wî jî, hemû welatperwerên welatê me jî, pir û pir  serbilindin ku em hevjîn, keç, law, xuşk, bira, eqraba, heval û nas û dost û hemdozên Kek Feyyaz in.

Em soz didin ku  wê  alaya azadîya Kurdistanê ku kek Feyyaz heta îro tu carî li erdê nexist, emê her li ba bidin û emê her di rêya wî ya bi şeref, bi rûmet û  pîroz de bimeşin.Tu şika me jê tuneye ku Kurdistan dê azad bibe û  di Kurdistaneke azad de,  dê gelê me mizginîyê bide kek Feyyaz û hemû şehîdên Kurdistanê.

Tu gotin têrê nake ku em xem û  êşa xwe jî, hezkirina ji Kek Feyyaz jî, rûmet û serbilindîya bi naskirina wî jî  tarîf bikin.

Emê tu carî te û keda te ji bîr nekin Kek Feyyaz.

Gelê Kurdistanê  jî tu carî dê kek Feyyaz û keda wî ji bîr neke.

Xwedê bi rehma xwe  şad bike, cîhê wî biheşt be.

Bila serê me hemûyan, bila serê gelê Kurdistanê sax be.

04.05.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Back to top button