Li Dersimê îdeolojiya dewleta dagirker komkujî kir
Di dîroka mirovatiyê de gelek komkujî çêbûne û her komkujiyek ji bo cîhanê û mirovatiyê bûye rûpelek reş di nava pelên mijoyê de. Li Kurdistanê dewletên dagirker gelek komkujî li himber gelê Kurd kirine. Hercara Kurda ji bo mafên xwe yên reva deng kiriîn yan jî serî hildayîn, dewleta bi komkujiyê ew ji nav birine.
Komkujiyek ji wan jî ya Dersimêyê. 4ê Gulana 1937ê bi biryara encumena wezîran û erêkirina serokkomar M.Kemal û srekan Feyzî Çakmak pêvajoya komkujiya Dersimê destpê kir û roja 12ê Gulan artêşa dewleta Tirk êrîşê Dersimê kir.
Îro 84 mîn salvegera komkujiya Dersimê ye. Li gora wesaiqên dewletê ku derewin 16 hezar insan hatine Qetil kirin. Lê di rastiyê de li gora agahdariyên kesên bûyîn şahidê vê bûyera qirêz û dijê mirovatiyê, 70 hezar Kurd li Dersimê hatine qetil kirin. Bi sedan serpêhatî li ser awayê qetilkirina jin,keç û zarokên Dersimê hene. Hovitiya Dersimê bi tu awayî nayê ji bîr kirin.
Dewleta kemalist a Tirk di sala 1919ê destpêkirina serhildana Koçgirî heta sala 1937-38 hemû serhiladanên Kurda bi hovîtî bi qetilkirina dehên hezar Kurd ji nav birine.
Di roja me de , dema ev komkuji têne bi bîranîn, pêvîste Mirov behsa zihniyeta dewletê û îdeolojiya wan a fermî bike. Ji ber ku tişta Kurd kuştine, ji cih û warên wan koçber kirine encama îdeolojiya Fermî ya deletê ye.
Mixabin îro hinek aliyên siyasî yan jî gelek ji rewşenbîrên Dersimê gele k wesfên Ataturk didin û qebûl nakin ku ev komkujî bi fermana Ataturk hatiye kirin.
Mixabin di malên gelek insana li devera Dersimê weneyên Ataturk daliqandîne. Gerek aliyên siyasî behsa vê trajediya ku kurd di nav de dijîn bikin. Wek din tenê bîraniya salvegera komkujiya Dersimê de, şermezarkirina vê bûyerê tenê ne bes e.
Gelo tişta li Koçgirî, Pîranê,li Diyarbekirê, Geliyê Zîla ,li Agiriyê û Dersimê bûyî encama çiye? Çi zihniyetê di van bûyeran de , komkujî kirine û hewlda na Kurdan bi temamî ji nav bibin?Îdeolojiya Fermî ya dewletê û zihniyeta desthilatên dewleta nijadperest ev yek kiriye.
Mixabin hêja hinek aliyên siyasî yên kurda û beşek rewşenbîr , nivîskar û siyasetmedar ne di kuleka Kurdiyatiyê re van bûyeran dinirxînin. Ew gora îdelojiya xwe van bûyeran şirove dikin û digihin encamên xirab.
Heta hinek ji siyasetmedarên HDPê dema behsa Dersimê dikin, Atatur û hevalên wî diparêzin. Hinek siyasetmedarên ji Dersimê jî,yên ku mirov û kes û karên wan di komkujiya Dersimê de hatîn Qetil kirin jî, behsa rastiya Dersimê nakin û wek kesayetên Kemalist tevdigerin û îro şerê tevgera Kurdistanî ya li ser xeta netewî dikin.
4.5.2021
Nûçe/Anlîz