PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê nû yê Îtalyayê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Michele Camerota Konsolê nû yê Îtalya li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir û hemû piştevaniyeke ji bo serkeftina wî ya li erkên wî ya li Herêma Kurdistanê derbirî. Her wiha spas û pêzanînên xwe ji bo piştevaniya serbaziya Îtalya li Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî Da’îş û yarmetîdana wan ya Pêşmerge bi taybetî li rûyê meşq û rahênanê ve û hevkariyên miroviyên ji bo koçber û penaberan dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsolê nû yê Îtalya xweşhaliya xwe nîşan da ku li Herêma Kurdistanê destbikar dibê û hêvî xwest bikarê peywendiyên welatê xwe ya li gel Herêma Kurdistanê pêşve bibe bi taybetî li warên bazirganî, aborî, kultûrî û perwerdeyiyê da. Her wiha spas û pêzanînên Îtalya ji bo rola Herêma Kurdistanê ya li rûbirûbûna Da’îş da derbirî.

Rewşa belavbûna virusa Korona û pejika Kovid- 19, karê tîmên Îtaliyan li parêzgehên Herêma Kurdistanê yên li warê şûnewariyê da, egera vekirina beşa zimanê Îtalî li zanîngehên Herêma Kurdistanê û geşta raste rast ya asmanî ji Îtalya ve bo Herêma Kurdistanê, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijarên dinê hevdîtinê bûn.

Back to top button