Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Hans Werner Ehrênbêrg kir

 

Îro şemî 12/01/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Hans Werner Ehrênbêrg Endamê Lîjneya Karubarê Derve li Parlemena Elmanya li Partiya Lîberal kir.

 

Li hevdîtinê de, ku Konsolê Giştiyê Elmanya amade bû, birêz Hans Werner silavên Parlemena Federalê Elmanya û Serkirdayetiya Partiya Lîberalî gihand Serok Barzanî û ragihand ku Herêma Kurdistanê bûye mînakeke girîngê navçeyê, bi taybetî li rûyê emnî û aramiyê ve ku eve jî handereke ji bo welatê wan ku karê veberhênanê têda encam bide û pêwendiyan jî berev pêştir bibe.

 

Her wiha rêzdar behsa serdana xwe ya Helebçeya Şehîd kir û ragihand ku bi vê serdanê gihîşte rastiya wan zulm û zoriyên ku bi dirêjahiya dîrokê li Kurd hatiye kirin û xweşhaliya xwe jî ji bo wan kar û çalakiyên ku Hikûmeta Herêmê ji bo navçeyê û kesukarê qurbaniyan encam daye derbirî.

 

Serok Barzanî, ji bilî behskirina wan karesat û êşên ku li ser gelê Kurdistanê da hatine anîn, bi erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanî ku zêdetir girîngiyê bi navçeyê û kesukarê qurbaniyên wan karesat û êşan bide û kar jî ji bo nasandina wan wekî tawanekî dijî bi mirovayetî û komkujiyê bike.

 

Her wiha nirxandina rewşa siyasiya Iraqê û ew qeyranên ku duçarî bûye û her wiha meseleya penaberên Suriye li Herêmê û çawayiya alîkarîkirina wan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

 

Back to top button