Îro şemî 12/01/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn li gel nûnerên welatên Erebî û Îslamî û biyaniyên li Herêma Kurdistanê li Konsolê Giştî û Konsol û berpirsên nivîsîngehan civiya.

 

Li destpêka civînê de, birêz Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê armanca civînê ragihand ku bi mebesta pêşxistina pêwendiyan û agahdar kirina pêşketinên dawî yên siyasî û aborî û civakiyan û behskirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal wekî nerîtekî salane birêve diçê. Her wiha behsa pirsên pêwendîdarên pêwîst bi pêvajoya siyasiya li Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî û li girîngiya û hebûna nûnerayetiya hejmarek ji welatên Erebî û Îslamî û biyanî kir û balkişand li ser wê yekê ku ew hejmar li gor salên derbasbûyî zêdetir bûye û hinek ji welatên din jî amadehiya xwe nîşandane ku Konsolxane û nivîsîngeha xwe li Herêmê vekin û eve jî ji bo serkirdayetiya hekîmaneya Serok Barzanî û hebûna aramiya li her dû warên siyasî û emnî ve vegerand û tekez jî li ser hewlê berdewamiyên Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li berfirehkirina pêwendiyan û pêşkêşkirina asankariyên pêwîst kir.

 

Paşê Serok Barzanî, ji bilî bi xêrhatina amadevanan, bi hatina sala nû ya zayîniyê ve pîrozbahiyê li wan kir û hêvî xwest ku ev sal bibê cihê xêr û xweşiyê ji bo hemû mirovayetiyê û hebûna wan hemû nûnerayetiyan jî li Herêma Kurdistanê bi delîlekî erênî danî û ragihand ku hebûna wan nûnerayetiyan hêviyeke mezin bi gelê Kurdistanê bexşiye û spas û pêzanînên xwe jî pêşkêşî nûneran kir ku li salên derbasbûyî de rol û bandoreke xwe ya berbiçav li pêşxistina pêwendiya welatê wan li gel Herêma Kurdistanê de hebûye.

 

Li mijareke dinê civînê de, Serok Barzanî behsa pêvajoya îro ya Herêm û Iraqê kir û helwesta Herêma Kurdistanê li ser rûdawên vê dawiyê ya di navbera Herêm û Bexdayê ji bo amadevanan xisterû û ragihand ku bi hukma ezmûnê divê hukma Iraqê bi hevbeşî bê. Destûr erk û mafê hemû aliyekî destnîşankiriye, ji bo wê yekê pabendbûna wê destûrê baştirîn çareseriye ji bo hemû kêşe û gîr û giriftan, bi taybetî maddeya 140 ku taybete bi kêşeya navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêmê û dûpat jî kir ku rêzdar berdewam dibê li gel hemû aliyên Iraqê ji bo derketina hem ji qeyrana Herêm û Bexda û hem jî li qeyrana hukimraniyê ku hemû Iraqê li xwe girtiye.

 

Sebaret bi pêvajoya Suriye û helwesta Herêmê rêzdar tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi tu awayekî dest naxe nav karubarê welatan û rêz li her biryarek digre ku gelê Suriye dide û li ser rewşa penaberên Suriye jî li nav axa Herêmê rêzdar balkişand li ser wê yekê ku niha nêzîkî 60 hezar koçberên Suriye li Herêma Kurdistanin û pêwîstiya wan bi alikariya welatan heye, heta radeyekî mezin Herêma Kurdistanê kariye alîkariya wan bike, lê belê pêwîstiya wan bi alîkariya zêdetir heye û hêvî xwest ku civaka navdewletî zêdetir bi alîkariya wan ve biçê.

 

Li dawiya civînê de nûnerên welatên Erebî û Îslamî û biyanî, ji bilî pîroz kirina sala nû li xelkê Herêma Kurdistanê, spasî Serok Barzanî kirin ji bo rexsandina wê derfetê û agahdarkirina wan li peyam û siyaset û nêrîna Hikûmeta Herêmê li ser pirsên niha û xweşhaliya xwe jî bi pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê derbirî.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: