Bi navê xwedayê bexşînde û dilovan
Ji bo heştê (8) Adar roja cîhaniya jinan germtirîn pîrozbahiyê li hemû afret û jinên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.
Jinên Kurdistanê ji bilî wê rola bihadara li civakê de hebûye li hemû qonaxên şoreş û xebatê da pêşeng bûne û bi navê nîştimana xwe bi dil û bi can qurbaniyê dane. Li sayeya têkoşîn û xebata medenî û siyasiya gelê me da rewşa xaniman li civaka Kurdistanê de hengavên baş avêtiye, lê belê li gel wê jî rêyekî dirêj maye bo ku civaka me bigihe qonaxek ku têda giriftên jinan hatibin çareser kirin û li warên cûda cûdayên jiyana civakî û siyasî da bi bandor bibin.
Daxwaz li hemû çînên civakî û navendên hizrî û rewşenbîriyan û dam û dezgehên Hikûmeta Herêmê û rêxistina civaka medenî dikim bi hemû şiyanek ve rû bi rûyê wan sedeman de rawestin ku dibine sedema îhmalkirin û bê beşbûna jinên Kurdistanî. Çarekirina pirsa jin û nehiştina tundutîjiya dijî jinan erkekî mirovî û nîştîmanî û oliye û pêwîste em hemû li beranber da berpirsiyar bîn.
Dubare pîrozbahiyê cejna cîhaniya jinan dikim û hêvîdarim jinên Kurdistanê paşarojeke geş û bi rûmet hebê.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
07/03/2013