Nasname tune bêyî zimên

Gelek mirov difikirin ku çand (kûltûr) – huner, wênasazî û mûzîke ye. Helbet beyankirinên hatin rêzkirin besek çandê ye, lê belê ev tenê besek nemezin ji jîyana huner temsîl dikin. Bingehê çand – ziman e! Ev mûzîka, wêje û yên din beyankirina huner xwe bi zimana dîyar dike. Êdward Holl carek got – “huner ev kommûnîkasîyon e”, û ez bi wî re bêmercî qayîl im. Fikir û raman nîn in bêyî zimên, Kesayetî û teybetmendî nîn in bêyî gilî û gotin. Ne muhîm e înglîzî, ûrisî yan jî kurmancî: ziman parek hunerê ye û parastina vê girîng e bona hunera rengareng. Bi vê uslûbê em hunera dinyayî dewlemend dikin.

Ser zimanê êskîmosê Grînlandê mesafe bi xewa û na bi kîlometra tê nirxandin. Yanî, çiqas car pêwîst e razên, daku bigihîjin cîhê xwe. Welatê serma û bager, pîvanê wek kîlometir yan seet ne watedar in.

Ev nimûnek e çawa tesîreke zor ziman dihêle ser huner û edetê mirovan. Ev neynikê xweruyî mirova ye, ên erf û edetê wan û jîyana wan. Ger zimên winda dibe, vê demê huner jî winda dibe. Zimanên rengareng pareke tebîeta rengareng in, wekî nebat û dewar winda dibin, ev dibe zirar û kêmasî bona tew dinyayê. Ger em zimanên xwe winda bikin, û bimîne tenê: almanî, fransî, înglîzî û çînî vê gavê dinyayî stûxwar bimîne.

Ji 7000 ziman, yên ku îro nasin, 4000 zêdetir dimîn in bin xetera windabûnê. Heke tenê hinek dewlet wisa dijwar in bi tekilîya kêmzimana, çawa Australîya, kuderê aborîgêna re destûr nîn e bi zimanê zikmakî ve mijûl bin.
Dema niha piranîya welat bi uslûba nermî disopîn in tekilîya xwe bi kêmzimanan. Lê mixabin zimanê kurdî heya roja îro bi fermî mekteba de dersdarî nakin li Turkîyeyê. Bi kurdî na mimkûn e xwe ber dadgehê parêzer bikî, destûr nîn e biaxivî jî. Bêemirî bi lêxistin, hebsa û qetilkirin tê cezakirin.

Gelek zimên bin xetere windabûnê ne, heta wan bidin ber pênûsê û biparêzin. Tenê Afrikê de 2000 ziman hene, lê ekseriyet dewletan Afrîkê, înglîzî, fransî yan jî portûgalî zimanên fermî ne. Ji bîra nakin ku ziman wisa jî bandora xwe dihêle ser civaka bajarê. Ziman, desthelat, hukûmet û dêmokratî bi hev ve girêdaye. Ser çi ziman mirov difikire û diaxive, vê jî xwe danasîne û temsîl dike. Wekî hûn difikirin û diaxivin bi zimanê zikmakî, vêca tekilî û hesretê we bi nîstman, çand, civak û koka xwe pêk tê, û windabûnê zimanê xwe we dike xerîb û bêxweyî nav miletê we de. Ji ber ku zimên bingehe milet, welat, ax û kok e.

Zimanê kurdî zimanek kevn û dewlemend e li diniyayê. Demek kurt, rojname ya fransî rêzname yên herî zimanê girîng nav dinyayê wesand, kuderê zimanê kurdî cîhê 31 layîqî girt. Wekî em has xêr û bereketê xwe nezan bin, qîmetê negirin û lê xwedî dernekevin, madam kî ne em past re?

Mebestê min ev e, ku em bistirên zimanê xwe, ji ber ku ziman dewlemendîye me ye, xêr û bereketê me ye, nasname me ye. Ger em ev wezîfe temam bikin, em ê çanda dinyayê cûr bi cûr temam bikin

Memo Agati

Nerîna min :