Polîtîk

Serokê Eyaleta Berlînê : Bûyerên Dêrsîmê komelkujiye

Li paytaxta Almanyayê Berlînê Konferesa Dêrsîmê hatiye lidarxistin. Di konferansê de kesên dîroknas,nivîskar û hiqiqnas jî beşdar bûn. Serokê Parlementoya Eyelata Berlînê Welter Momper di axaftina xwe de got : ‘’Bûyerên Dêrsîmê komelkujiye’’

Dewleta Tirk di navbera salên 1937 û 1938’an de li Dêrsîmê bi deh hezaran Kurd kuşt û îro bûyerên Dêrsîmê li qada navneteweyiyê de tên gengeşîkirin.

Konferans li Parlamentoya Eyalet a Berlînê hatiye tên lidarxistin.Konferans ji aliyê partiyekî çep ya ‘Die Linke’’ ve hat organîzekirin. Komalaya Ji nu ve Avakirina Dêrsîmê, Federasyona Saziyên Alewiyên Demokratîk (FEDA) jî piştgiriya konferansê dikin. 

Di konferansê de Serokê Parlementoya Eyelata Berlînê Welter Momper, Parlamenter Giyasettin Sayan û Şerafettin Halis, nivîskar Munzur Çem, rojnamevan Cengiz Çandar, Hasan Cemal, Haydar Işık, derhêner Çayan Demirer û şahidên bûyerê komelkujiya Dêrsîmê hazir bûn.

Konferans bi axaftina Serokê Parlementoya Eyelata Berlînê Welter Momperê ve destpêkir. Momper balkişand li ser girîngiya konferansê û got :Îro di nava civînê de gelek dîroknas û hiquqnas hene. Ew jî girîngiya konferansê nîşanê me dide. Em îro ne tenê behsa terorê dikin her wiha emê behsa dîrok jî bikin. Di dema komelkujiyê de çi hatiye jiyandin. Emê yek bi yek biaxifin.

Mamper di axaftina xwe de mînakek gotinên pêşiya ya Cihuyan da û got : ‘’ Tenê kesên ku hatin ji bîr kirin, mirîne. Kesên ku tên axaftin zindîne û îro em behsa maxduran dikin ew jî tê wateye ku maxdurên 1938 zindîne.

Momper wiha berdewam kir : Piştî Osmaniyan hikumetên Tirkiye li dijî Kurdan komelkujiyan kir. Ew ji bo Turkiyeyekî modern weka travmeyeke. Ew komelkujiyana di sala 1915’de bi kuştina Ermeniyan destpêkir. Ez ne tenê behs fikrî û psikolojî dibêjim bi awayekî fîzîkî jî wisaye. Tiştên ku ji Ermeniyan re hatine kirin ji aliyê her kesî ve tên zanîn. Lê ji Kurdan re jî gelek tişt hatine kirin. Di dema Osmaniyan de û di dema Komarê de j îtiştên ku ji Kurdan re hatin kirin komelkujiyê ye. Li Dêrsîmê bi deh hezaran mirov hatin kuştin. Çand û zimanê wan hatiye kuştin. Divê em wana bînin bîra xwe.

Back to top button