Polîtîk

Li Amedê teqîn : Kesek mir 3 kes jî brîndar bûn

Doh şev li navçeyê Amed Baxlarê û li ser kolana Senatoyê di qata bodrumê avahiyekî de qazana kalorîferî teqiyaye û di encamê teqînê de kesek mir 3 kes jî brîndar bûn.

Li gor agahiyekî hatiye bidestxistin teqîn di avahiya bi navê Veyselê de qewimiyê û avahiyên li derûdora wê avahiyê û tirimbêlên nêzîkî teqînê bûn bi awayekî giran zirarên maddî . Piştî teqînê diwar û pencereyên xaniyên avahiyê xira bûn û li ser kolanê rijiyaye. Situnên her du avahî jî xesar bûn Û ji ber vê yekê malbatên avahiyê ji xaniyên xwe hatin derxistin.

Di encamê teqînê de xebatkarê avahiyê Cesur Donmez, İrfan Karekeçî, Fatma Kaya û Sêxmus Demircî brîndar bûn. Her çar brîndar ji aliyê ambulansan ji nexweşxaneyên Amedê re hatin rakirin lê digel hemî midexaleyan brîndarê bi navê Şêxmus Demîrcî jiyana xwe ji dest da.

Back to top button