Civak

Erdogan general efu nekirin

Wek tê zanîn leşkera gelek caran hewldana înkilaba leşkerî li hukumetê bikin. Herî dawî bi navê doza Balyozê di derbarê generalên ku dixwestin înqilabek leşkerî bikin doz hate vekirin. Niha gelek ji wan generala li dadgehan wek tawanbar têne darizandin.

Di çerçova pêwendiyên hukumetê û leşkeran de, di dîroka cumhuriyeta Tirkiye de gavek yekem hate avêtin. Wezîrê navxwe yê Tirkiye Beşîr Atalay desthilatdariya xwe kar anî û Tümgeneral Halil Helvacıoğlu ji karê wî dûr xist. Herweha Tümgeneral Halil Helvacıoğlu, cilên xwe yên leşkerî derxistin û ji dev hemi desthilatdariya xwe ya leşkerî berda û li mala xwe runişt. Niha wek kesek sivîl dê di dadgehê de bi tawana teşebûse pêkanîna înqilabek leşkerî bête darizandin.

Ev tişta ku Wezîrê navxwe kirî di dîrokê Tirkiye de yekem e. Herweha piştî biryara Wezîrê navxwe, wezîrê bergiriya Tirkiye Vecdî Gonul jî, Tümgeneral Gürbüz Kaya û Tuğamiral Abdullah Gavremoğlu ji karên wan dûr xistin û hemî selahiyetên wan ji destê wan hatin girtin.

Doza di derbarê van generalan de berdewam e. Li gor destûrê serfermandarê Tirkiye girêdayê serokwezîre û leşkerî girêdayê wezîrê bergiriyê ye. Herweha beşê cendirma jî girêdayî wezîrê navxwe ye. Ev hemî tenê li ser kaxizê bûn.

Back to top button