Polîtîk
Serokê Ermenistanê serdana Hewlêrê kir
Serokkomarê Ermenistanê Vaagn Khaçaturyan serdana Rêveberiya Herêma Kurdistanê kir. Vaagn Xaçaturyan piştî hevdîtinên xwe yên fermî yên li gel rayedarên hikûmeta Bexdayê, serdana Herêma Kurdistanê kir.
Xaçaturyan li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin. Piştî bixêrhatinê, hevdîtin hatin destpêkirin.
Hat ragihandin ku şanda Ermenîstanê ya bi serokatiya Xaçaturyan wê çend hevdîtinan pêk bîne û di warê siyasî, aborî û perwerdeyê de alîkariya Ermenîstanê ji bo Kurdên Êzdî binirxîne.
Tê çaverêkirin ku Serokkomarê Ermenistanê bi Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re bicive.