Cîhan

Aktîvîsta Xelata Nobelê banga boykotkirina hilbijartinan kir

Çalakvana mafê jinan a xwediyê Xelata Nobel a Aştiyê Nêrgîs Mihemedî, ku li Îranê girtî ye, banga boykotkirina hilbijartinan kir. Tê pêşbînîkirin ku rêjeya beşdarbûna hilbijartinên parlamentoya Îranê di 1ê Adarê de kêm be.

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergis Muhammedî ji girtîgehê ragihand ku ewê di hilbijartinan de dengê xwe nede û banga boykotê kir.  K

esên ku di hilbijartinan de dengê xwe nedane, “aboriya têkçûyî ya Îranê, xwepêşandanên girseyî, aloziyên bi Rojava re û di şerê Ukraynayê de piştgiriya Îranê ya ji Rûsyayê re” tînin ber çav. 

Zêdetirî 15 hezar namzed ji bo wergirtina kursiyê di parlementoya 290 endamî de hevrikiyê dikin, ku heyama wê 4 sal e û bi fermî bi navê Meclisa Şêwra Îslamî tê naskirin.

Tê pêşbînîkirin ku rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinên Parlamento û Meclisa Pisporan de, ku wê di 1ê Adarê de li Îranê bê lidarxistin, kêm be.

Back to top button