Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS): Tu nêta me tune ku em Tirkiyê provoke bikin. Silêman Oso bang li rêveberiya Enqereyê kir ku rêzê li mafên Kurdên Sûriyê bigire.
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Suleyman Oso, ragihand ku Encumen naxwaze bi cîranê xwe yê sînorî Tirkiyê re rû bi rû bibe. Oso diyar kir ku Tirkiye welatekî cîran e, sînorên wê dirêj e û got: “Em hêvî dikin ku Tirkiye rêzê li mafên gelê Kurdên Sûriyê bigire“.
Oso di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya Şerq El-Ewset re ragihand ku ENKS beşek ji opozîsyona Sûriyê ye. Oso tekez kir ku çareseriya giştalî di biryarên navdewletî de ye, di nav de jî dîtina çareseriyek adil ji pirsgirêka neteweyên li Sûriyê.
Oso bal kişand ser wê yekê ku ENKS ji dema tev li şoreşa Sûriyê bûye li ser esasê berjewendiyên niştimanî yên Sûriyê rawestiyaye û got: “Em ji mafên xwe yên netewî nîgeran in. Ev rejîm daxwazên gelê Kurd, ku dixwazin hebûna wî bi destûrî bê naskirin û mafên wî yên netewî bên dabînkirin, pêk nayne. Hîn jî mafên netewî yên gelê Kurd înkar dike“.
Li gor bahweriya Oso wê di navbera rejîmê û Tirkiyê de li ser herêma Kurdî li Sûriyê rêkeftin bên kirin. Hilbijartinên rêveberiya xweser Oso têkildarî redkirina beşdarbûna hilbijartinên şaredariyên Rêveberiya Xweser got: “Me bi daxuyaniyên fermî ragihand ku em van hilbijartinan boykot dikin”.
Oso weha berdewam kir:
“Yek ji xalên ku me li ser li hev kiribû organîzekirina hilbijartinên herêmî bû. Wê demê me zêdetirî ji sedî 70 peymana siyasî temam kiribû û benda hilbijartinê jî di nav de bû. Di vê gotarê de, şirîkatiya desthilatê tê avakirin, rêveberiyek hevbeş tê avakirin, ENKS di heyama veguhêz de 11 mehan di rêveberiya herêmê de dibe şirîkê rasteqîne, şert û mercên guncaw diafirîne, atmosferek ewle di nav welatiyan de çêdike, bawerî dide wan ku rêveberî nûneratiya hemû pêkhateyên siyasî yên herêmê bike, û tekez li ser wê yekê bike ku niştecihên herêmê li ser vê yekê razî bibin, bahweriya wan zêdetir bibe da ku bi awayekî azad biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin. Lê belê ev danûstandin bi lez û bez ji ber nerazîbûna aliyên din hatin astengkirin û têk çûn”.
Di derbarê sedema redkirina beşdarbûna di hilbijartinên borî de, Oso dîsa got:
“Şertên biryara navdewletî ya bi hejmara 2254 ji bo lidarxistina hilbijartinan li Sûriyê tunebûn. Di bin zext û desthilatdariya otorîter de wê tu carî ev şert û mercên ewle nebin. Çi hilbijartinên şaredariyan ên rêveberiya xweser be, çi jî hilbijartinên Meclîsa Gel a Sûriyê be, encamên hemûyan di berjewendiya partiyên desthilatdar de ne”.
Oso bang li civaka navdewletî kir ku di cîbicîkirina biryarên çareserkirina kirîza Sûriyê de bilezînin û got:
“Ji ber ku rewşa aborî ya hemû Sûriyeyiyan pir xerab e û piranî di bin metirsiya hejariyê de dijîn, gelê Sûriyê êdî bi giştî nikare tehemûla birçîbûn, xizanî û feqîriyê bike. Divê em karesatên penaberên Sûrî û awareyên navxweyî yên ku li welatên lê penaber bûne ji bîr nekin”.
Oso tekez kir ku hevpeymaniya ENKSê li gel opozîsyona Sûriyê ji bo bijardeya rizgarkirina Sûriyê dixebite û got:
“Em beşek ji koalîsyonê û desteya danûstandinan in. Em ji komîteya destûrî ku bi sponsoriya navneteweyî hatiye avakirin beşek in. Çarenûsa me bi tevahî gelê Sûriyê ve girêdayî ye. Dema em tev li refên opozîsyonê bûn, me tercîh kir ku em li cem gelê Sûriyê bin”.
Şarkul Avsat