Ensarioglu bertek nîşanî rakirina tabelayên bi Kurdî da
Parlamenterê AK Partî yê Amedê Galîp Ensarioglu bertek nîşanî jêbirina tabelayên ku li Amedê bi Kurdî hişyariya trafîkê didin, da û got: “Ez rast nabînim”.
Serokê Komîsyona Hawirdorê ya Meclîsê û Wekîlê Diyarbekirê yê AK Partiyê Mehmet Galîp Ensarîoglu, di derbarê jêbirina nivîs û tabelayên hişyarî yên bi Kurdî û girtina govendên Kurdî de daxuyaniyên balkêş da.
Ensarioglu li ser hesabê X yê platforma medya civakî daxuyanî da û got: “Ez rast nabînim ku li Wan û Amedê nivîsên hişyarî yên bi Kurdî bên jêbirin. Ev nivîs ji bo balê bikişînin ser trafîkê hatine nivîsandin û ne derqanûnî ne. Mafê tu kesî tune ku desttêwerdana her karekî neqanûnî bike. Ji bo di vî warî de gavên pêwîst bên avêtin em xebatên xwe didomînin. Armanca me ew e ku carek din bûyerên wilo neqewimin.
Di derbarê binçavkirina kesên ku li parêzgehên cuda yên Tirkiyê govenda Kurdî dikin de ez dixwazim bibêjim; Reqs û govend bi Kurdî, Zazakî, Tirkî an jî bi zimanekî din ne qedexe ye. Lê belê, îdia hene ku di hin vîdyoyan de sloganên neqanûnî tên avêtin. Ger di çarçoveya qanûnî de pêwîstî bi desttêwerdanê hebe, divê mudaxeleyên pêwîst bên kirin. Lê belê divê di vê pêvajoyê de ji pêkanînên ku aramiya civakê xerab dikin, dûr bên girtin”.