Cîhan

Îsraîlê bang li welatên endam kir: Tirkiyê ji NATO yê derxin

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yisrael Katz daxwaza derxistina Tirkiyê ji NATO yê kir. Katz wek hincet gotinên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan nîşan da.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Îsraîlê de hat gotin: “Ji ber tehdîdên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ên ji bo dagirkirina Îsraîlê û gotinên xeternak, Wezîrê Karên Derve Yisrael Katz ferman da hemû dîplomatên Îsraîlê ku bi lez bi endamên NATO yê re bikevin têkiliyê, banga şermezarkirina  Tirkiyê û derxistina wê ji tifaqa NATO yê bikin”.

Erdogan di civîna Teşkîlata Parêzgeha Rîzeyê ya AK Partiyê de gotibû, “Çawa ku em ketine Qerebax û Lîbyayê emê heman tiştî li wan (Îsraîl) jî bikin”.

Katz li ser vê yekê daxuyanî da û got, “Erdogan li ser şopa Saddam Huseyîn dimeşe û gefa êrîşê li Îsraîlê dixwe. Bela bîne bîra xwe bê li wir çi qewimî û çawa bi dawî bû. Tirkiyeya ku baregeha Hamasê dihewîne bi Hîzbûllah û Hamasê re û bo Hûsiyên Yemenê re ye”.

Back to top button