Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li gel rêveberên CHPê serdana Diyarbekir kir. Kiliçdaroglu li Diyarbekirê li gel aligirên CHPê û hinek dezgehên sivîl civiya serdana hinek ciha kir. Li devera Surê li gel esnafa axavt. Xelkekî gazind ji hukumetê kir, rewşa darayî rexne kirin, behsa bê edaletî û feqîrîyê kirin. Lê pirsek din hebû Kiliçdaroglu xwe nêzikî vê pirsê nekir. Di nava xelkê de dema hineka behsa pirsa Kurd kir Kiliçdaroglu xwe nebihîstî kir.
Ev helwesta ku li himber pirsa Kurd xwe nebihîstî dikin ji beşek ehlaqê siyasî yê partiyên Tirkan e. Li Enqere başqe diaxivin li Diyarbekirê başqe diaxivin. Bê guman tu hêviya Kurdan tuneye ku, partiyeka Tirk pirsgirêka wan çareser bike. Ji ber ku ew partî bi xwe stûnên dagirkeriya dewletêne. Partiyek ku stûnê dewletek dagirker be dê çewe bikaribin doza mafê neteweyê ku dagirkirîn bike?
Pêwiste partiyên Kurd bi xwe di vê derbarê de iqna bikin. Tu cara ji partiyên Tirkan bi awayek pêwist behsa pirsa Kurd nekirine. Ji çepên wan bigre heta qewmiyên wan hemû di pirsa Kurd de ava yek cûyîn e.
Ji aliyek din ve, pêwiste partiyên Kurd, gelek vekirî rûyê van partiyan tazî bikin û rastiya wan ji miletê Kurd re diyar bikin.
Tê Zanin ku, eve zêdeyî 20 salane CHP li herêma Kurdistanê denga nastîne. CHP niha taybetî bi serdana heyeteka CHP ya başûrê Kurdistanê dest pêvajoyek nû kir. Li gora xwe behsa pirsa Kurd kir û serokê vê partiyê got emê pirsa Kurd çareser bikin. Destpêkirin,heyetên xwe rêkirin bajarên kurda û van bajaran rêxistinên xwe li gora berê bi hêz kirin.
Eger CHP di pirsa Kurd de vekirî bernameya xwe eşkere bike, dê hingê nirxandin jî hesanîtir bibe. Lê serokê CHPê pirsa Kurd gelek bi zanebûn di kesayeta HDPê de da nasandin û di axavtineka xwe de got “ Di pirsa Kurd de muxatabê me HDP ye” piştî vê gotara Kiliçdaroglu gotubêjekî destpêkir. Ji xwe ev gotara Kiliçdaroglu bi xwe delîlê herî mezin bû ku, ew naxwazin xwe nêzikî rastiya Kurda bikin. Armanc ew e ku di hilbijartinan de hinek dengên HDPê ber bi xwe ve bibin.
Eger partiyeka Tirk bi erênî û dirustî behsa pirsa Kurd bike, gerek kurd jî bi erênî pêşwaziya helwesta wan bikin. Lê divê her demî behsa rastiya wan bikin û samimiyeta wan şirove bikin.
Rojevakurd/Diyarbekir