CivakRojev

Hûnêrmende navdar Mihemed Şêxo li Qamişlo hat bibîranîn

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdisanê, Yekîtiyên Nivîskarên Kurd li Sûriyê ligel malbata Mihemed Şêxo û hejmareke partiyên siyasî û rêxistinên jinan seredana gora hunermendê Kurd Mihemed Şêxo kirin û ew bi bîr anîn.

Birayê Mihemed Şêxo, Behaa Şêxo ragihand ku gotgotên ku behsa wê yekê dikin ku Mihemed Şêxo hatibû piştguhxistin, ne rast e û yekem hunermendê Kurdê Rojavayê Kurdistanê bû ji bo festîvala Radyoya Bexdayê hatibû vexwendin.

Mihemed Şêxo kampa Basirme hat bibîranîn

Herwiha li Kampa Basirme ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê jî Mihemed Şêxo hat bibîr anîn.

Hunermendê Kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1947an de li gundê Xecûkê li Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê û di 9ê adara 1989an koça dawî kir.

Back to top button