PolîtîkRojev

11ê Adarê belgeya serkeftina şoreşê û îrada gelê Kurdistanê ye!

Bi minasebeta 52 saliya beyana 11ê Adarê serok Barzanî peyamek ji bo Raya Giştî ragihand.

Peyama serok Barzani:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi bilindî bîranîna pencih û du saliya rêkeftinnameya yanzdehê Adarê dikîn ku destkefteke girîngê tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê bû. 

Li encama pêdagirî û xweragiriya gelê Kurdistanê û şoreşê, bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir rejîma Iraqê hate neçar kirin ku li yanzdehê Adara 1970 dan de yekem car û bi awayeke fermî beşek ji mafên gelê me da qebul bike. 

Yanzdehê Adara 1970, belgeyeke rûne li serkeftina şoreş û îradeya rewaya gelê Kurdistanê li ser înkariya nehezên gelê Kurdistanê û hewlên wan ya ji jêbirina gelê me. Rêkeftinnameya yanzdehê Adarê berhemê xebat û cangoriya Pêşmerge û hemû çîn û pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê bû. Ew xebata bi navê berqerarbûna pêkvejiyanê û şeraket û dadperwerî û aştiyê da berdewam bû û gihîşte encamê. 

Raste piştî rêkeftina yanzdehê Adarê jî rejîma Iraqê rêya peyman şikandin û înkariyê li ber girt, lê belê îradeya gelê me ji bo berdewamiya xebat û xwe bi dest ve nedanê her berdewam bû û bû sedema bi desthatina destkeftên mezintir.

Li salvegera rêkeftinnameya yanzdehê Adarê da tekez li ser peyama aştîxwazane û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikîn û ewe jî dûpat dikîn ku li her rewş û li bin her guşarek da îradeya gelê Kurdistanê naşikê û Kurdistan destberdarê azadî û mafên xwe yên rewa nabê.

Mesûd Barzanî

11.03.2022

Back to top button