Polîtîk
Serokê CHP-ê tehemula zazakî nekir
Doh serokê CHP-ê Kemal Kiliçdaroglu ji bo propaganda hilbijartinan li bajarê xwe li Dersimê bû. Ji berî Kiliçdaroglu herê Dersimê, ji aliyê rêxistina CHP-ê ya Dersimê, gelek afişên bi zazakî hatibûn amade kirin û li ser rêya ku Kiliçdaroglu bikeve Bajêr hatibûn daliqandin. Lê ji berî Kemal bikeve Dersimê xeber da ku wan nivîsên zazakî û kurmancî rakin û şûna wan nivîsên bi zimanê Tirkî daynen.
Kemal Kiliçdaroglu bi nûçeya ku afîş bi zazakî hatine daliqandin û rêxistina CHP-ê ya li Dersimê dixwaze bi zazakî pêşwaziya wî bike, gelek aciz bû. Kemal di cihde ferman da,: Eger ew nivîs neyên rakirin û şûna wan nivîsên Tirkî neyên danîn ew nakeve di bajêr de. Li ser fermana Kiliçdaroglu nivîs hemî bûn bi zimanê Tirkî.