20’ê Gulan
Di sala 1919’an û di rojekî weke îroyê de Şêx Mehmudê Berzencî ji aliyê Hêzên Îngîlîz ve ji bajarê Başûrê Kurdistanê Suleymaniyê hatin derxistin.
Şêx Mehmudê Berzencî
Şêx Mehmûd Berzencî di dîroka kurdan de ji serokên herî balkêş yek e. Jiyana pirraniya jiyana wî bi şer û têkoşînê derbas bûye û di qonaxên cûr bi cûr re derbas bûye di warê têkoşîn û serhildanê de.
Ji sala 1908’an heya 1931’ê bi çendê caran serî hildaye û şer kiriye li hember neyarên cuda. Şêx Mehmûd di sala 1881 an jî 1882’yan de jidayik bûye. ji malbateke navdar e.Kurê Şêx Seîd Berzencî û neviyê Şêx Ehmedê Berzencî ye.
Bav û kalên wî Şêxên terîqa qadiriyan bûn û li Kurdistanê gelek bi nav û deng bûn. Bavê Şêx Mehmûd, Şêx Seîd di 1908’an de li hember dewleta osmaniyan serî hildidin. Jontirkên ku desthilatdarên dewleta osmaniyan in vê serhildanê têk dibin û Şêx Seîd û kurê wî Şêx Ehmed dikujin. Şêx Mehmûd jî li Mûsilê dixin bin çavan.
Ev bûyer di nava eşîrên kurdan de deng vedide û radibin piyan ku Şêx ji Mûsilê neyê berdan dê êrîşî osmaniyan bikin. Li ser vê yekê Şêx tê berdan û destûra çûyîna wî ya Silêmaniyê tê dayîn.
Şêx Mehmûd nameyekê dişîne ji Wilson re û di nameya xwe de daxwaza serfiraziya Kurdistanê dike. Li ser vê nameyê desthilatdariya Îttihat ve terakki’yê wî digirin û cezaya îdamê lê dibirrin. Lê ji ber ku vê biryara wan di nava gelê kurd de dibe sedema gengeşiyeke mezin, dev ji vê biryarê berdidin. Dû re di bin serokatiya Serbaz Noel yê îngilîzî de lijneyek tê û Şêx Mehmûd re dikeve têkiliyê. Ji aliyê vê lijneyê ve wek “Kralê Kurdistanê” tê binavkirin. Şêx Mehmûd li nav Kurdistanê roj bi roj bêtir deng dida. Îngilîzan jî ji ber ku vê yeka didîtin nedixwestin ku Şêx Mehmûd bêtir mezin bibe. Li ciyên fermî û îdarî mirovên xwe bi cî dikirin. Bi vê boneyê dixwestin ku kurdan di kargeriya welêt de sist bikin. Şêx Mehmûd jî vê yeka didît û ji bo ku hêza îngilîzan bişikîne berê xwe dida eşîrên kurdan û hewl dida ku yekîtiyekê ava bike di nava kurdan de. Li dû van xebatên xwe alîgirên Şêx Mehmûd êrîşî Silêmaniyê dikin û ala îngilîzan datînin, li şûnê alaya Kurdistanê bilind dikin. Di nava wan û yekîneyên îngilîzî de şer dest pê dike. Di vî şerî de Şêx Mehmûd birîndar dibe û tê girtin. Îngilîz wî didarizînin. Berê cezaya îdamê didinê lê dûre dinêrin ku ev ceza wê bibe sedema gelek gengeşî û aloziyan. Wî mişextî Hîndistanê dikin.
Di salên 1921’ê û 1922’yan de di nava Îngilîzan û tirkan de levnekirinek derket li ser Mûsilê. Li dû çûyîna Şêx Mehmûd eşîrên kurdan jî, ji ber hezkirina Şêx Mehmûd tim serî hildidan li hember îngilîzan û êrîşî wan dikirin. Di van erîşan de Îngilîzan gelek leşkerên xwe wenda kirin. Fam kirin ku heya yek wan di bin serokatiyekê de kom neke dê nesekinin û her êrîş bikin. Ji ber vê yekê dîsa gazî Şêx Mehmûd kirin û we ji Hîndistanê hanîn Silêmaniyê. Ew dîsa kirin serokê Kurdistanê û ji bo ku ev serokatî bi awayekî fermî were pejirandin. Şêx Mehmûd parlamanetoyeke biçûk ava kir û wezîrên xwe jî hilbijartin. Bi navê “Bangî Kurdistan” rojnameyek jî derxist.
Bi taybetî di salên nava 1922-23’yan de siyaseta navnetewî germ bûbû û her dewletekê ji bo xelasiya xwe serî li lîstik û fenên ecêb dixistin. Di vê navberê de Şêx Mehmûd gav bi tirkan re, gav bi ereban re, gav bi îngilîzan re di şer de bû. Di 22’yê sibata 1922’an de şerê nava kurdan û ereb û Îngilîzan dest pê dike û gelek diajo. Îngilîzan jî êdî siyaseta xwe guhertine û li gel ereban in. Digel hemû serdestiya îngilîzan, Kurdistan di bin destê Şêx Mehmûd de bû.
Ev şer du sala didome û heya Gulana 1924’an kurd û ereb û Îngilîz şer dikin bi hev re. Ereb û Îngilîz li rexekî, kurd li rexekî. Di Gulana 1924’an de îngilîzan bi balafiran bombebaraneke dijwar li ser Silêmaniyê kirin û Silêmaniye ser û binê hev bû. Şêx Mehmûd li hember vê hilweşÎnê zêde di ber xwe neda û penaberî Îranê bû. Şêx Mehmûd di penaberiya îranê de gelek rojên dijwar li dû xwe dihêle û di 1941’ê de tê Bexdayê. Di 1956’an de jî diçe ber rehma xwedê.