Polîtîk

Obama: Esad guhertinan neke bile here

Serokê DYA Barack Obama di derbarê Rojhilata Navîn û taybetî di derbarê Sûrî de dîtina xwe da kifşkirin. Obama got:Divê Esad li Sûrî demokrasiyê cih bike û guhertinên pêwîst bêne kirin, eger vê yekîê neke, bila ji dev desthilatê berde.

Obama di derbarê rewşa Sûrî de, da xuyakirin ku, bila Beşar Esad reforman çêbike û guhertinên pêwîst bêne kirin û demokrasî li Sûrî cih bibe, Eger Esad van tiştan neke bila ji dev desthilatdariyê berdê. Obama da xuyakirin ku Rojhilata Navîn ji bo DYA gelekî girîng e. Herweha Obama pişgirî da ambargoya ku li dijê Esad hatî danîn jî.

Obama da xuyakirin ku, divê siyaseta DYA ya li Rojhilata Navîn bête guhertin û ew welatên bi istiqrar û demokratîk dixwazin. Herweha da xuyakirin ku, dê DYA pişgiriya reformên siyasî û aborî li herêmê dike.

Back to top button