Polîtîk
Serokê BDP-ê yê Sêrtê hate girtin
Sêrt – Ji berî çend roja bi navê “ operasyona dijî KCK-ê“ li Sêrtê 14 kes hatibûn binçav kirin. Ew kesên di binçav de şevîdin derengê şêvê, derxistin dadgehê û ji wan 5 kes bi tuhmeta endamiya KCK-ê hatin girtin û rêkirin girtigehê.
Di nav girtiyan de serokê BDP- yê Sêrtê Sidik Taş, serokê komeleya mafê mirovan ya şaxê Sêrtê Vetha Aydin, berpirsê BDP-ê Kadriye Cengiz, endamê meclisa bajêr Belkiza epozdemir û serokê sendikaya kerkerên Belediyê Ferit Epozdemir hatin girtin.