Polîtîk

Erdogan doza lêborînê kir

Serokwezîrê Tirkiye li ser rojeva siyasî û guhertina  hinek madeyên destûrî axaftinek kir. Erdogan di axaftina xwe de behsa Ermeniya kir û got tu pirsgirêka me Ermeniyên ku hevwelatiyên Tirkiye re tuneye. Lê di derbarê jenosîda Ermeniyan de cardin siyaseta herdem bi karanî û got:“ Arşîvên me vekirine bila dîrokzan kerembikin werin arşîva binêrin. Ev pirsek dîrokiye em bihêlin hêviya dîrokzanan ve“ Ji berî çend rojan Erdogan di axaftinek xwe de,li Londonê gotibû ku; 100.000 Ermeni li Tirkiye kaçax dijîn eger helwesta Ewropa di derbarê jenosida Ermeniyan de berdewam be, emê 100. 000 Ermeniya ji Tirkiye derêxin“

Herweha îro di axaftina xwe de behsa guhertinên destûrî kir û gote emê pêşniyara guhertinê bibin partiyên muxalefetê û arîkariya wan bixwazin. Eger arîkariyê nekin emê bibin referandûmê. Erdogan li ser pirsa Roman(qereçî) a sekinî û behsa rewşa wan kir. Ji berî çend rojan bi nave vekirina Romanan Erdogan civînek girsehî li gel Romana pêkanîbû.

Erdogan di axaftina xwe de got: “ Ez li ser nave dewletê doza lê borînê li hevwelatiyên Roman dikim.“

Bê goman kultura daxwaza lê borînê, kulturek hemdem û erêniye.Lêborîn dikare bibe destpêka gelek tiştên erênî. Lê diviya Erdogan zimanek gelek vekirî bi navê dewletê doza liborînê ji kurdan jî bikira . Eger ev yek bihata kirin mimkinbû ku rewşa îro cuda bûye.

Back to top button