Goran û Yekgirtû Naxwazin Kurd Postê Serokkomariyê Wergirin
Elî Heme Salih
Hewlêr – Lîsteya Goran û Yekgirtu ya Îslamî berevajî nerînên Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê, naxwazin Kurd postê serokkomariyê wergirin û li gor wan ger Kurd bo wergirtina serokatiya parlamenê kar bikin baştir e û serokkomar jî ji bilî posteke teşrîfî ne tiştek e û Dr. Mehmud Osman jî dibêje ger ti desthilata serokkomar nebe, çi sûda wê bo Kurdan heye?.
Talabanî ber bi dûyem posta serokkomariyê ve, navnîşana piraniya babetên ragehandina YNKê ye. YNK pêdagiriyê li bûna Talabanî wek serokkomar dike, serokayetiya herêmê jî kar bo wê yekê dike ku Mam Celal bibe serokkomar. Serokayetiya Herêmê regehand: “Mam Celal berendamê me ye bo postê serokkomar”
Celal Talabanî ku serokê komar bû, di çend qonaxên serokayetiya komarê de, xizmet gihand Kurdan û karî çend yasayan veto bike û piştî vegerandina wan li parlamenê karîbû di berjewendiya Kurdan de bidawî bîne. Ji xeynî rûyê siyasî ku Kurdek serokkomarê Iraqê bû û ev yek ji Kurdan re pir girîng e lê ji niha ve egera kuştina desthilatên serokkomar pir bihêz e.
Endamê Polîtburo ya YNKê û Serokê Lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê li Parlamenê Iraqê Dr.Fuad Masûm bo Rûdawê ragehand: “Egerê wêya pir bihêz e ku Mam Celal careke din bibe serokkomar. Piraniya hêzên niştîmanî yên Iraqê piştîvaniya wê yekê dikin ku Mam Celal bibe serokkomar.” Li gor Dr.Fuad, postê serokkomariyê pir girîng e: “Mam Celal di vê postê de dikare xizmeteke zêde bide Iraq û Kurdan.”
Bi tenê desthilateke yasayî ku serokayetiya komarê karîbe bi rêya wê fêdê bigihîne Kurdan, desthilata veto`kirina yasayan û vegerandina wan li parlamen e. Lîsteya Hevpeymaniya Dewleta Yasa ku Dr.Nurî Malikî serokayetiya wê dike û di pileya yekem a hilbijartinên 7.3 hat, di daxwiyaniyên xwe yên fermî de cext li wê yekê dike ku şertê wan ê çêkirina hevpeymaniyê ewe ku desteya serokayetiya komarê nemîne û bi tenê serokkomar hebe û serokê komarê jî nikaribe yasayan veto bike.
Bi baweriya hêzên derveyî YNK û PDKê jî, ger serokomar nikare yasayan veto bike, wê wergirtina postê serokkomariyê fêdeyeke ewqasî girîng nede Kurdan.
Endamê Polîtburo ya Yekgirtu û Serokê Lîsteya Yekgirtu li Parlamenê Iraqê Dr.Mihemed Ehmed bû Rûdawê daxwiyand: “Niha ji Kurdan re serokayetiya parlamen girîngtir e ji serokayetiya komarê, jiber ger berê jî mafê veto yê serokkomar hebe lê niha tê gengeşekirin ku ev mafê serokkomarê bê rakirin û bimîne tenê posteke siyasî.”
Dr. Mihemed Ehmed amaje bi wê yekê jî dike ku berê jî desthilateke serokkomar a balkêş nebû: “Berê jî desthilata serokkomar nebû, lê jiber ku Mam Celal kesekî bihêz bû karîbû desthilatekê bide vê postê, lê belê ger vê carê veto ji serokkomar hat standin, êdî ev post bê wate dibe.”
Çavkaniyeke nêzîkî serkirdayetiya Tevgera Goran jî tekez kir ku Goran piştîvaniya Kurdan nake bo wergirtina postê serokkomarê û nerîneke wiha heye ku serokkomar bi van desthilatên niha ve nikare xizmeteke ewqasî berbiçav bike: “Ligel ku Goran naxwaze postê serokkomariyê ji Kurdan re bimîne jî, lê ev nayê wê wateyê ku Goran dijî Mam Celal e. Li gor me, dû postên girîng li Iraqê hene: postê serokê civata wezîran û serokê parlamenê, em piştîvaniya Kurdan dikin bo wergirtina posteke ji van herduyên navbirî, lê ne ji bo serokkomar.”
Berendamê Lîsteya Goran bo Parlamenê Iraqê Şoriş Hacî amaje bi wê yekê dike ku têbîniyên Tevgera Goran ne liser kesê ku vê postê werdigre lê ser postê serokkomariyê bi xwe hene, û dide zanîn ku sedemê têbîniyên Tevgera Goran liser vê postê; “Li gor destûrê Iraqê di gera dahatû ya parlamenê Iraqê de, maf û desthilatên serokkomar wê nemînin, civata serokayetiya namîne.” Hacî ron dike ku Goran dixwaze Kurd posteke girîng bidest bixin: “Da ku em bi rêya vê posteya girîng fêdê bidin doza gelê xwe û xelkê Kurdistanê. Bi dîtina me postê serokwezîr yan serok parlamen girîng in. Jiber ku desthilata wan zêdetir e û em dikarin bi riya van postan qazanceke pir mezin bidin gelê xwe yê Kurd.” Bi baweriya navbirî, Kurd dikarin posteke ji van herduyan wergirin: “Kurd yek ji pêkhateyên serekî yên Iraqê ye. Li gor me, erkên neteweyên yên gelê Kurd posteke girîng ji Kurdan re heq dike.”
Herçiqasî Goran û Yekgirtu postê serokê parlamen ji Kurdan re girîngtir dibînin jî, lê hê Komeleya Îslamî helwêsteke xwe ya fermî pêşan nedaye û berdevkê wê dibêje: “Heta niha ji bo vê mebestê em neciviyane.”
Li gor endamê Parlamenê Iraqê Dr. Mehmud Osman, divê berî ku Kurd daxwaza serokayetiya parlamen bikin, behsa desthilatên serokkomar bikin: “Divê bê diyarkirin ku ger serokkomar Kurd be wê xwedî desthilatî be yan na, gelo serokkomar dike mafê veto bikar bîne?”. Bi baweriya Dr. Mehmud bê hebûna van desthilatiyan, serokkomar ti xizmetê nade gelê Kurd: “Ger bi wî awayê ku niha tê behskirin be, ne girîng e kî dibe serokkomar. Ger serokkomar bê desthilat be û nikaribe tiştekî dijî Kurdan red bike, fêda wî çiye?”
Dr. Mihemed Ehmed dibêje ji Kurdan re çêtire ku kar bo wergirtina postê serokê parlamen bikin lewre ku serokkomar bêhtir rûyekî siyasî ye; “Lê belê ger serokê parlamen ne bihêz be jî dê fêdeke mezin jê neyê dîtin.”
(Rûdaw)