ji-deve-kemalisteki-:-kocgiri
Dêrsim encam e. Destpêka wê Serhildana Koçgirî ye.
Dîrok, 1.10.1920″
Bi van gotinan dest pê dike nivîskar, rojnamevan û lêkolînerê navdar.
Van deman her kes wî wekî ji Ergenekonê nas dike, bi nav dike.
Ez bixwe wî ji 15-17 saliya xwe ve, ji pirtûkên wî nas dikim. Pirtûkên wî ji aliyê weşanxaneyên Partiya Karkeran (IP) ve dihatin weşandin. Serokê IP’ê bixwe niha ji endamiya Ergenekonê tê darizandin. Wan deman pirtûka wî ya herî navdar li ser Binbaşi Cem Ersever bû.
Belê, ez behsa Soner Yalçin dikim.
Bi wê pirtûkê jî wan deman îda dikir ku Cem Ersever xwedî jêhatiyên wisa bû, ku dikaribû PKK’ê têk bibe, lê dewleta kûr ew kuşt.
Ez bawer im, kesên ku wî nas dikin, ji van agahiyan pirtir wî nas dikin. Em bên ser mijara xwe.
Soner Yalçın, piştî ku dît Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê CHP’ê Deniz Baykal tehdît dike, da ku huş bibe, agahiyên Serhildana Koçgirî datîne holê, ku kujeriya oldaran a li ser kurdan deşîfre bike. Soner Yalçin bi van agahiyan belkî dixwaze bêje “oldaran ji kemalîstan hindiktir kurd nekuştiye.”
Em fikra xwe daynin aliyekî û fikrên Soner Yalçin orjînal daynin ber we. Bê ka ew der barê dîrokê de çi dizanin û çi difikirin.
“Dema Serokwezîr Erdoganî bersiva Serokê CHP’ê Baykalî da, got “Ez ê pelgeyên surgûnên Dêrsimê eşkere bikim”, ez pir şaş û metel mam. Gotinên bi vî rengî, di qada navnetewî de, her wekî Lijneya Karên Derve ya Meclîsa Nûneran a DYA’yê û Parlamentoya Swêdê derdikevin pêşberî me. Helbet ez nabêjim “em ser kirinên xwe binixumînin”. Ez îdia dikim ku em dîroka xwe nizanin, em baş naxwînin. Hûn ê bêjin çawa?
Dêrsim encam e. Destpêka wê Serhildana Koçgirî ye.
Dîrok, 1.10.1920
Serokê êla Koçgirî Elîşêr bi serdegirtina gundên Kemahê dest bi serhildanê kir.
Di 15.11.1920’an de hinek êlên kurdan li Xozatê civînek çêkirin, li ser bingeha îmzekirina Peymana Sewrê, ku 3 meh berê bû, ji Ankarayê muxtariyet xwestin.
Piştî du rojan ev hişyarî hate rojeva Meclîsa Mezin a li Ankarayê. Wezîrê Karên Hundirîn Dr. Adnan (Adivar), anî zimên ku li Dêrsimê şakiye/eşqiyatiyeke ne girîng rû daye. Muxtariyet hate redkirin.
Dr Adnan beg ê ji lîberalên hikûmetê, dixapiya. Serhildan mezin dibû. Serhildêran li Koçgirî (Zara) hêzên li bin fermandariya Mîralay Halis Beg têk birin. Girtin ser Kemahê û qeymeqam û fermandarê jendermeyan dîl girtin.
Di 9.12.1920’an de Fermandariya Baskê Sêyem ê Artêşê ku li Sêwazê bû, hate belavkirin. Li şûna wê li Amasya Artêşa Navendî hate avakirin. Ji bo fermandariya wê jî fermandarê kevin ê Baskê Hivdemîn ê Artêşê Nurettin Paşa hate peywirdarkirin.
Nurettin Paşa ji bo têkbirina serhildanê hate peywirdarkirin.
Paşayî, pêşî “Lijneya Nesîhetê” ji serhildêran re şand.
Serokê Lijneyê, ku Endamê Dadgeha Temyîzê bû Şefîk Beg, li mala serhildêr Haydar Beg civîn çêkir; xwest serhildan were rawestandin; hinek êlan civîn terikandin.
300 serhilêran di fermandariya Munzur kurê Kasim de girtin ser Erzincanê.
Li aliyê din komeke din qeymeqamê Divrigi û jendermeyên digel dîl girtin.
Êlên serhildêr careke din serî li Ankara dan û gotin heke muxtariyet neyê dayin, ew ê ji bilî Dêrsimêserhildan li Erzincan, Wan, Amed, Erzeromê belav bibe.
Ankarayê dîsa red kir.
Û dîrok 3 adar 1921…
Nurettin Paşa bi 3 hezar û 161 leşkerên xwe, ji bo têkbirina serhildanê dest bi seferê kir. Piştî çar rojan li Refahiyeyê pevçûnan dest pê kir. Di encama pevçûnên çar mehan de, ji herdu aliyan nêzî hezar kesî mirin û ewqas jî birîndar bûn. Gund hatin xerakirin û şewitandin.
Serhildan di 17.06.1921’ê de hate temisandin.
Hate temisandin, lê mesele nehate girtin! Ez ê binivîsim ku ev “mesele” çi ye.
Lê…
Nîşeyeke min heye: Hûn dikarin van agahiyên min der barê Serhildana Koçgirî de nivîsî li gelek deveran bixwînin. Heta ez dibêjim gelek ji we, van dizanin.
Lê… Mirov nikare dîrokê, tenê bi rêzkirina van agahiyan bîne zimên.
Heke hûn bûyerên dîrokî, ji roja xwe ya xweser biqetînin û vebêjin, hûn ê bigihîjin encamên ne rast.
Werin, em çavekî lêxin bê di wan demên Serhildana Koçgirî de, li Enetoliyê çi dibûn…
KRONOLOJIYA ENETOLIYÊ YA DEMA SERHILDANÊ
1.10.1920… Dema serhildana Koçgirî dest pê kir, li ser axa Tirkiyeyê 200 hezar leşkerên artêşek dagirker hene.
2.10.1920… Kuvayi Inzibatiye ku Wehdetîn û Damat Ferîd ji bo têkbirina hêzên milî ava kiribûn, bixwe têk çûbû. Li Duzce-Adapazari (Anzavur), Yozxat (Çapanoglu) serhildan hatibûn temisandin, li Konya Delibaş Mehmet rabû serhildanê. Heman rojê, di yewnanên ku ji 22.06.1920’an ve ber bi navenda Enetoliyê ve dimeşiyan, Rojhilata Trakyayê dagir kiribûn, girtin ser Iznikê.
7.10.1920… Hikûmeta Ankara, bi hinceta ku di Pirsgirêka Ermenî de riyên aştiyane bi ser nakevin, biryar da ku ber bi Qersê ve operasyoneke leşkerî çêbibe. Kazim (Karabekir) Paşa ji Sarikamişê bi rê ket.
11.10.1920… Piştî pevçûnên giran ên du rojan, frensiyan şerê Kovancibaşi winda kirin û ji Osmaniye-Toprakkale ber bi Adana ve vekişiyan.
22.10.1920… Frensiyan bombebarana li ser Entabê domandin. Entabê li ber xwe da. Li bajêr birçîbûn hebû; jinan laşên heywanan li hev par dikirin, dikirin xwarin.
26.11.1920… Piştî pevçûnên xwînî, frensiyan Nizip standin.
3.12.1920… Li Ankarayê, mamosteyên ku bi mehan meaş nestandine, li Dibistana Mamosteyan civiyan û biryara boykotê girtin.
21.12.1920… Li Stenbolê rûman li bin banê Cemiyeta Mudafayê belavokek belavkirin û wekaleta rûman xwestin.
25.12.1920… Meclîsa Ankarayê biryar da, ku jina qeymekaqmê kevin ê Bayburt ku bi îdiaya tevkujiya ermeniyan pêk aniye îdam bûbû, bi meaş kir.
29.12.1920… Pevçûnan bi hêzên Ethemê Çerkez re dest pê kir, ku qebûl nedikirin beşdarî Artêşa Pergalkirî bibin.
SAL: 1921
7.01.1921… Hêzên eniya Rojava bi Ethemê Çerkez re şer dikin. Yewnanî ji Şenişehir-Bilecik’ê ber bi Eskişehirê ve pêşve diçin.
8.01.1921… Ethemê Çerkez bi hezar leşkerên xwe kete Kutahyayê.
10.01.1921… Şerê Yekem ê Înonu dest pê kir. 8 hezar û 500 leşkerên Tirkiyeyê, 15.816 leşkerên Yewnanistanê hene.
20.01.1921… Meclîsa Mezin a Gel Yasaya Bingehîn a yekemîn qebûl kir.
22.01.1921… Ethemê Çerkez têk çû, digel 700 leşkeran xwe avêt yewnanan.
29.01.1921… Mustafa Kemal li meclîsê axivî, got: “Emperyalîst, gelê me wekî keriyek heywanên ku ji serxwebûnê fam nakin dibînin. Ev salek e, em diçespînin ku ev ne wisa ye.”
8.02.1921… Piştî Riha û Meraşê, Entab jî ket. Entabiyan di encama 11 meh û 8 roj berxwedan de 6.31 şehîd dan.
7.03.1921… Îngilîzan ragihand, ku li beramberî 21 dîlgirtiyên îngilîz, ew dikarin hin dîlgirtiyên tirk ên Maltayê berdin. Ankarayê xwest ku hemû dîlgirtiyên Malbata bên berdan.
10.03.1921… Li Konferansa Londrayê Serhildana Koçgirî hate rojevê. Ahmet Muhtar begî got: “Pirsgirêka Kurdistanê tune, Pirsgirêka Tirkiyeyê heye. Tirk û Kurd bira ne.”
25.03.1921… Keleşên rûman li Sapancayê 325 mal, 170 dikan û 17 aş şewitandin. 24 tirk şehîd kirin.
27.03.1921… Şerê Duyem ê Înonu dest pê kir. Li Bursa, Adapazari, Sakarya, Sogut, Afyon, Nazilli, Ayvalik, Uşak û deverên din xwîn wekî cihokê diherike…
3.04.1921… Di Înonu de 156 subay, 4.790 nefer şehîd bûn. Şehîdên tumena 4’mîn, ku karê herî xetere girtibûn ser xwe, li Metristepe di ber hev re hatin veşartin. Fermandar Nazim beg li ber serê gorê got: “Em ê daxwaza we bînin cih, em ê welêt teqez rizgar bikin, li huzûra we ya manewî em sond dixwin.” Leşkeran bi hev re gotin “em sond dixwin.”
8.04.1921… Yewnaniyan li Bilecikê 1.618 mal şewitandin.
15.04.1921… Li Mizgefta Ayasofya ji bo şehîdên Înonu mewlûd xate xwendin.
16.04.1921… Yewnaniyan Gemlik şewitandin.
5.05.1921… Ciwanên nehiyeya Akaya ya bi ser Kastamonu ve, digel def û zirneyan çûn kontrola leşkeriyê. Pankartek li ser “316 efradên bi tevelut ên Akkaya, yên enîvekirî û dilpak” nivîsandibû li pêşiya wan bû.
10.05.1921… Frensiyan di fermandariya Albay Dibufer de girtin ser Hatayê. Êrîş hate têkbirin.
11.05.1921… Li Stenbolê Komîserê Bilind ê îngilîz Sir H. Rumbold, ji Wezîrê Karê Derve Curzon e raporek şand, li ser mijara ku kurdan li dijî Mustafa Kemal bi kar bînin. Damad Ferîd jî di 20.07.1920’an de ji îngilîzan xwestibû ku kurdan li dijî Mustafa Kemal bi kar bînin.
12.05.1921… Nûnerê Heyvasor a Navnetewî Maurice Gehri yê swîsreyî, jibo lêkolîna talan û zilma yewnaniyan hate Gemlikê. Di rapora xwe de nivîsî ku 16 gund hatine şewitandin û 6 hezar tirk hatine kuştin.
6.06.1921… Kujerê Talat Paşa, terorîstê ermenî li Berlînê, ji aliyê dadgeha ku dihate darizandin ve bêguneh hate dîtin û berdan.
11.06.1921… Kral Konstantîn, berî êrîşa mezin a sêyemîn a yewnaniyan, ji bo moralê bide leşkeran, ber bi Îzmîrê ve kete rê. Kral, ji Atînayê bi sloganên “Ber bi Stenbolê ve, Ber bi Stenbolê ve” hate birêkirin.
16.06.1921… Samsuniyên ku ji keleşên Pontûs zivêr bûbûn, ji bo parastina xwe çek standin û dest bi perwerdeya leşkerî kirin.
Û di 17’ê mehê de, Serhildana Koçgirî, di van şert û mercan de hate temisandin…
PAŞAYÊ KU ŞERÎET DIXWEST
Ji bo ku di nav fermandarên Kuwayî Miliye de tekane Paşayê bi rih bû, jê re digotin “Nûrettîn Paşayê bi Rih”. Baweriya wî pir xurt bû.
Di 1920’an de ji bo îngilîz û milî yên Enetoliyê li hev bîne, beşdarî hêzên milî bû.
Piştî ku fikrên Ankarayê yên derbarê xîlafet û seltanatê de, fikrên wê yên li ser Bolşewîk û îngilîzan hîn bû, anî zimên ku ew ê beşdarî Kuvayî Mîliye bibe.
Lê daxwazek wî hebû: Hikûmet diviya berî biryarên girîng bi wî bişêwiriya û pê bida erêkirin!
Mustafa Kemal peywir paşde stand.
Nurettin Paşa li Taşkopru, li mala zavê xwe bi cih bû. Ma hûn dizanin zavê wî General Abdullah Alpdogan kî ye; yê ku Operasyona Dêrsim a 1936’an bi rê ve dibir!
Nurettin Paşayî bi demê re hêza Hikûmeta Ankara û meclîsa wê fam kir. Dîsa peywir xwest; Di meha dawî ya sala 1920’an de wekî Fermandarê Navendî hate peywirdarkirin û Serhildana Koçgiriyê temisand.
Em bên ser encamê:
Di van şert û mercên awarte de, ku we kronolojiya wê xwend, gelo mirov xelateke çawa dide fermandarê ku serhildan temisand?
Dîrok 11.08.1921.
Di civîna nepenî ya Meclîsa Mezin a Gel de, hin parlamenteran awayê temisandina Serhildana Koçgirî ku Nurettin Paşa pêk anî, rexne kirin. Anîn zimên ku keyfî hereket kiriye û kirinên xeyrî qanûnî kiriye. Xwestin li ser navê Meclîsê lijneya teftîşê here herêmê.
Li meclîsî lijne hate avakirin.
Lijneyê Nurettin Paşa tawanbar kir. Paşa ji Fermandariya Navendî hate standin. Dema ew dianîn Ankara ku bidin Dîwana Herbê, Mustafa Kemal û Refet Paşa ketin navberê.
Dizanibûn ku Nurettin Paşa çawa kuştinan dike, lê li aliyê din di dest wan de fermandarên ku şer bikin pir hindik bûn.
Mustafa Kemalî piştre di Axaftin/Nutuk a xwe de rexneya wê kir: “Yek ji wan kesên ku heq nekiriye şerefa Serkeftina Mezin bibîne jî Nurettin Paşa ye.”
Nurettin Paşa yekî wekî xwe bû.
Di dema Şerê Rizgariyê de “sicîla” wî ne pir baş bû. Kuştina bi lêdan a rojnamevan Ali Kemal a 6.11.1922’an jî ji aliyê Nurettin Paşayî ve hatiye plankirin.
Di hilbijartina 1923’an de li Bursa bû parlamenterê serbixwe. Ji bo hilbijartinê namilkeyeke ji 19 rûpelan pêk tê çap kir, ku tê de digot ez ji neslê Hz.Muhammed têm.
Mustafa Kemalî di Axaftin/Nutuk a xwe de pir behsa Nurettin Paşayî kir:
“(Ji namilkeyê) em wekî wergera hal, ji rûpela dawî hevokekê bigirin û vê çîrokê biqedînin: Nurettin Paşa, ‘Pir şerefê ji ber wê yekê hîs dike, ku dema li Eniya Iraqê bû, ji aliyê gelê herêmê ve peywira hilgirtina şûrê mubarek ê Hezretî Imam Huseyîn neviyê Hezretî Pêxember ku li Kerbelayê radizê, hatiye dayin.’
Gelî rêzdaran ev çi gotin e!
Kerbela, neviyê Pêxember, îmam, şûrê mubarek, şerefî hîs dike û gotinên wiha ku tîpên cahil jê hez dikin. Kesên hewl didin bi rengê gotinên li xweşa gel diçe, wan dixapînin, bila bên ser însafê.”
Nurettin Paşayê bi Rih, di xebata hilbijartinê ya Bursa de got “Ez ê şerîetê paşve bînim” û hate hilbijartin.
Piştî van gahiyan em bên roja îro:
Serokwezîr Erdogan dibêje “Nekin ku ez pelgeyên koçkirinên Dêrsimê ên dewra Ismet Înonu vekim” û bi vî rengî bela xwe li CHP’ê dide.
CHP divê bersivek wekî “Ma em jî pelgeyên kirinên Nurettin Paşayê şerîetxwaz û tekaqîperwer vekin”.
Ma tiştên wiha dibin?
Ji oldaran heta lîberalan, hinek derdor bi salan e “kirinên” Nurettin Paşayî tînin rojevê. Wekî “Ev kirinên Kemalîzmê ne” ji raya giştî re dibêjin. Ma gelo dîrok evqasî tê tewandin û xwarkirin û ji siyasetê re dibe alav? Ma gelo rewşa ji dervê fermiyetê ya Nurettin Paşa nayê zanîn?
Binihêrin ez li hincetan nagerim, ez hewl didim hûn dîrokê durust bixwînin.
Ez diaznim, hilweşîn ji hiş dest pê dike.”
Soner Yalçin, odatv.com
Wergêr: Rêzan Tovjîn, amidakurd.com
(Amida Kurd)