Kultur

Adar, Newroz û hêvîyên rojên azad

Cano Amedî

Di dîroka hemî gelan de, cejin û rojên netewî yên girîng hene, lê kêm cejin hene ku wek Newrozê dîrokê û pêwîstîyên rewşa rojana dinav xwe de rapêçe be; kêm roj hene ku wiha hêvî û doza têkoşîna azadî û serxwebûnê di nav xwe de bi cîh kiribe. Ji ber vê yekê ku gelê Kurd her sal vê cejna xwe ya netewî di hemû demên xwe yên xweş û nexweş de, li hemberê Dehaqên rojanê, wek sembola têkoşîna azadî û serxwebûnê, bi hêvîya pêkhanîna nemirên doza Kurdîstanê her tim pîroz kirîye û kirîye qada têkoşînê.

Gelê Kurd, dîsa Newrozeke din dibin darê zordarîyê û hovîtîya dagirkeran de derbas dike. İro dîsa ewrên reş û tarî li ser welatê me digerin. Dagirkerên Tirk, Faris û Ereb bi şirîkîya tawanbarî û komkujîyê dîsa bi hevre û li dijî gelê me êrîşên xwe didomînin. Xort û keçên Kurd di zîndanan de, li serê çîya û dibin sêdarên îdamê de jiyana xwe ji dest didin.

Bi mîlyonan Kurd ji cîh û axa xwe hatine koçber kirin, bi mîlyonan Kurd li kolanên bajaran birçî û xîzan; bê cîh û bê war hatine hîştin. Bajarên Kurdîstanê îro seranser bûne zîndan û gelê Kurd tev de di warê xwe de, li welatê xwe de bûye dîl!

Hêzên metînger di salên dawî de xwestin ku cejna NEWROZ’ê veguherînin bikin ‘nevruz’. Hêk kelandin, hesin kutandin, li ser agir de xwe avêtin. Lê ev siyaseta wan ya rizî û bi xwîn tu car pêşneket! Lewra wekî Pablo NERUDA jî gotîye gelê Kurd di hemû deman de qîrîya bang kir û got: “Em gel in/ ji nûve ajdidin di mirinan de…” İro gelê Kurd jî jîyana xwe li ser gola xwînê ava dike û neyarên gelê Kurd li hemberê pêlên serhildan û berxwedanê roj bi roj paşdikevin. Ji ber vê yekê ku dengê raperîna pêşmergên Kurdistanê çîqas ji nêz tê, tirsa neyaran ewqas zêde dibe.

Weke em hemû dizanin meha Adarê di dîroka gelê me de cîhekî taybetî digire. Bi hezaran şehîdên Kurdîstan di vê mehê de bûne al! Di nav wan buyeran de ya balkêş qatlîyama Halepçe ye. Bi hezaran xort û keçên Kurd, şerwan û pêşmergên qehreman di vê mehê de şehîd ketine û hêjî şehîd dibin! Lê di hemû deman de, keç û xortên Kurd bi canê xwe cejna xwe pîroz kirine û refê kevokên azadî li seranserê Kurdîstanê firandine.

İro ji bilî Başûrê Kurdîstanê, gelê Kurd Newroza xwe dibin sîya tanq û topên dagirkeran de pîroz dike. Li Sûrî, li Îran û li Tirkîyê di girtîgehan de bi hezaran dîlên azadî bindestin. Bi nexweşîyan, bi îşkence û zilmên hovane, bi îdam û gulebaran kirinê, xort û keçên bijarte li ber mirinê ne. Lê çi heyfe ku hinek sîyasetmedar û hêzên desthilatdar rabûne van rastîyan vedişêrin û doza netewî bin pê dikin û keda sed salan ji bo berjewendî û mafê xwe yên şexsî pêşkêş dikin. Dixwazin stûxwar û poşmanîya xwe bi gelê Kurd re par bikin. Weke xalanê xwe yên Kemalîst dixwazin bi derewan ava çeman berepaş biheriqînin. Lê divê gelê Kurd di hemû qadê jiyanê de li dijî lîstok û siyaseta xapinokê dengê xwe, rengê xwe diyar bike. Li dijî helwestên bê armanc û li dijî “mîrên xirabîyê” xwedî helwest be!

Em baş dizanin ku her çiqas zordarîya Dehaqan dijwatir bibe, bi dehan Halepçe li Kurdîstanê pêkbînin, talan û wêran kîrînan bêtir bikin, dek û pîlanên nû peyda bikin dîsa jî ew nikarin pêşîya doza serxwebûna Kurdîstanê bigirin! Ev gelê Kurd ku bi sed hezaran şehîd daye û hê jî dide, ji bona şîn kirina dara azadîyê xwîna xwe dirijîne, tû hêz nikare pêşîya doza wî bigire û nayê girtin jî. Ji ber vê ye ku her diçe hêvîya me xurttir dibe lewra li Başûrê Kurdistanê, li ser axa azad, ala rengîn pêldide û roj bi roj xewna rêbazê nemir Mele Mustafa Barzanî bi cîh tê. Destkeftîyên ku îro li başûrê Kurdistanê bi dest ketine ji bo hemû perçên Kurdistanê qezencên dîrokî ne. Dive gelê Kurd li wan qezencên xwe, xwedî derkeve û her tim ji bo parastin û zêde kirina wan destkeftîyan hişyar be.

Cejna gelê me, cejna têkoşîna azadî û serxwebûnê pîroz be!

NEWROZA WE PÎROZ BE!
NEWROZÊ ŞİMA PÎROZ BO!
CEJNATAN NEWROZ PÎROZBET!

Cano Amedî
18 Mar 2010

 

(Netewe)

Back to top button