Hemu Rojên We Newroz Newroza We Pîroz Be

Partiya Sosyalîst a Kurdistan
Socialist Party of Kurdistan
Kürdistan Sosyalist Partisi
PSK
2710 sal in, ku agirê Newrozê li çiya û banên Kurdistanê vedikeve û rêk û jiyana me Kurdan ronî dike. Kevneşopiyê, ku bi ruxandina rejima mêjîxarê Dehak ji aliyê Kawayê Hesinker ve destpê kirî bû, îro jî berdewam e. Gelê Kurd li seranserê cihanê, di Newrozê da agir dadidin, mizgîniya azadiyê û daxwazên gelê me ji bona dinyayê radigîhinin. Kevneşopiya hanê nişan dide, ku xebata azadiyê tenê bi yêkitiyê va serdikeve, tû hêz û
deshilatdarî nine, ku li hembere gelê yekgirtî berxwe bide.
Agirê Newrozê ya îsalî hin geştir û gurtir e. Ji ber ku azadiya Kurdistanê roj bi roj nêziktir dibe. Ji ber ku li navçeyê û di warê navnetewî da bayê guhartinê roj bi roj tundtir dibe, statuya dewletên dagirker, ku welatê me di nava xwe da perçe kirine û bersiva daxwazên gelê Kurd yên netewî û demokratik bi tank û top didin, hêdî hêdî têkdiçe.
Agirê Newrozê li Kurdistana Başurê, li Kurdistana azad bi çoşekê mezin tê dadan. Gelê me li Kurdistana azadê çarenusa xwe girtiye destê xwe û dehatuya xwe, bi xwe û bi azadane destnişan dike. Ku ev yêka palpiştekê gelek bi hêz e ji bona xebata azadiyê yên beşên dinê Kurdistanê.
Li Kurdistana Bakurê, xebata azadî û demokrasi ya gelê me, fidekarî û cangoriya tekoşerên Kurd hêdî hêdî berhem dide. Siyaseta resmî ya Tirk, ku li ser înkar û asimîle kirina gelê Kurd hatiye ava kirinê, têk diçe; hişyariya gelê me roj bi roj bilindtir dibê. Gelê me bi xebat û fidekariya xwe ve nişan da û
dide, ku li ser azadiya welatê xwe, li ser doza xwe ya rewa pêgir e. Em piştrast in, ku xebata gelê me li Kurdistana Bakurê serdikeve, ji ber ku agirê Newrozê ne hatiye temirandinê.
Îro li hemu deverên Kurdistana Bakurê, li Dersîme, li Amede, li Serhad û Koçgiriyê meşxaleyê Newrozê li ser destê xortên Kurd geştir û gurtir e. Îro jî agirê Newrozê, peyam û naveroka Newrozê, ku xebat û yêkitî ye ji bona azadiyê, erkê me nişan dide, jiyana me ronî dike.
Werin em guhê xwe bidine peyamê Newrozê, ji bona azadiya welatê xwe dest bidine hevdu û bi hev ra kar û xebatê bikin!
Bijî xebata azadî û rizgariyê!
Bijî Newroz!
Hemu Rojên We Newroz Newroza We Pîroz Be!
Adara 2010
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK