Polîtîk

11, 12, 16, 21-ê Adarê û Neteweya Kurd…

Îbrahîm GUÇLU

Meha Adarê ji bona neteweya kurd meheke gelek girîng e. Meha Adarê, Neteweya Kurd hem kêxweş û hem jî xemgîn kiriye/dike.  Di Meha Adarê de ji bona Neteweya Kurd bûyerên gelek girîng û dîrokî qewimîne.  Ji van bûyerên dîrokî, 4 bûyer, gelek girîng in. Hemû xwendevanên me jî di derbarê van bûyeran de gelek şiyar û xesas in. Ez jî dixwazim careke din van bûyeran  girîng bînim bîra xwendevanên xwe û van bûyeran şirove bikim.

Peymana 11-Adarê û Otonomiya Kurdistanê…
Wek tê zanîn piştî ku Kurdistan bi Peymana Lozanê bû çar parçe û hemû mafên Neteweya Kurd hat xesip kirin û Kurdistan bû koloniya çar dewletan, li hemû beşên Kurdistanê şerê rizgarîxwaz û azadiyê dest pê kir. Li Başurê Kurdistanê jî di destpêka sedsala 20-an de şerê rizgarîxwaz û azadiyê dest pê kir. Hezar mixabin vî şerî di navîna sedsalê de jî darbeyeke mezin xwar. Serokatiya Tevgera Başurê Kurdistanê çûn li Rojhilata Kurdistanê bi cîhûwar bûn. Serokatiya Tevgera Başurê Kurdistanê û Mele Mistefa Berzanî, li Rojhilata Kurdistanê di avabûna Komara Mehabadê ya Kurdistanê de rolekî girîng lêhîst. Hezar mixabin piştî ku Komara Mehabadê hat rûxandin, Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî çûn li Yekîtiya Sovyetan bi cîh bûn û li wir jî rojên gelek xerab derbas kirin. Lê xebata xwe li wir jî nedan sekinandin. Di heman dem de  li Başurê Kurdistanê jî di sala 1946-an de Partiya Demokrat ya Kurdistana Iraqê ava bû û partiyê jî xebata xwe veşrtî û îllegal domand.

Ev xebata li Başurê Kurdistanê bandora xwe li ser guhertinên siyasî yên li Iraqê danî. Di sala 1958-an de Evdilkerîm Kasimî  bi darbeyeke leşkerî desthilatdariya siyasî guhert û biryar da ku kurd jî beşdarî desthilatdariya siyasî bin. Ji bona vê di Makezagona Iraqê de guhertin pêk hat. Di Makezagonê de hat pejirandin ku li Iraqê du netewe dê desthilatdar bin, erebî û kurdî jî dê bibe zimanên fermî. Encama vê guhertinê Partiya Demokrat ya Kurdistan a Iraqê xebata xwe aşkere kir û legal bû. Desthilatdariya merkezî daxwaz kir ku Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî jî vegerin Iraq’ê. Piştî vê biryarê Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî, di ser Misirê re vegeriyan Iraqê û beşdarî pêvajoya siyasî bûn.

Hezar mixabin di ser re demeke kurt derbas nebûbû, desthilatdarî û hikumeta navendî ya Iraqê bi peymana xwe re girêdayî nema. Partiya Demokrat ya Kurdistanê di bin serokatiya Mele Mistefa Berzanî de mecbûr bû ku di Îlona 1960-an de dest bi Şoreşa Kurdistanê bike. Vî şerî, heta 11-ê Adar a 1970-yî domand. Piştî Evdilkerîm Kasim jî Baasê desthilatdarî girtibû destê xwe. Serok Dewletê Iraqê Hesen El-Bekîr encama têkoşîna gelê kurd mecbûr bû ku bi kurdan re, bi serokatiya Kurdistanê re peyman çê bike. 11-ê Adara 1970-yî de Peymana Otonomiyê pêk hat. Neteweya Kurd li  ser erd û welatê xwe bû desthilatdar û di heman dem de jî beşdarî desthilatdariya navendî bûn.

Avabûna Otonomiya li Başurê Kurdistanê, tesîra xwe ya êrenî li ser hemû beşên Kurdistanê kir. Piştî Komara Mehabadê ya Kurdistanê hêviya kurdan şikestî bû. Bi otonomiyê careke din hêviya kurdan çê bû ku kurd dikarin xwe bi xwe îdare bikin. Otonomî her çiqas di sala 1975-an de encama şerekî dijwar, êrişa çar derwletên kolonyalîst bi Peymana Cezayirê hat hilweşandin jî, ev ceribandina ji bona Dewlete Federe ya Kurdistanê bû bingeh.

12 Adarê û Darbeya 1971-an …
Li Bakurê Kurdistanê di sala 1965-an de Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê ava bû. Ev ji bona Tevgera Bakurê Kurdistanê gaveke gelek girîng û qonaxeke gelek pîroz bû. Lê ji bona ku partî bi destên kesên profesyonel û xwedî ceribandin nehatibû ava kirin, di xebata xwe de gelek jêhatî nebû. Di nav gel de jî xwediyê hêzeke mezin jî nebû. Lê di pêvajoya partiyeke milî û xweser li Kurdistanbê avakirinê de, xwediyê rolekî mezin bû.

Beriya ku partî ava bibe, siyasetvan û pêşengên kurdan, piştî pêvajoya pirpartitiyê li Tirkiyeyê di partiyên tirkan de dest bi siyasetê kiribûun. Di van partiyan  (CHPê û DPê) de kurdan bi nasnemeya xwe ya kurdî siyaset nedimeşandin û mecbûr dibûn ku nasnameya xwe ya kurdî veşêrînin. Di sala 1965-an de rewşenbîrên kurd di nav Partiya Karker ya Tirkiyeyê de cîh girtin.Di vê merheleyê de reweşenbîran bi nasnameyeke sînorkirî ya kurd siyaseta xwe meşandin.

Di sala 1969-an de rewşenbîr û xwendevanên kurd, ji Partiya Karker û ji FKFê veqetiyan, rêxistina xwe ya kurd ava kirin. Encama avakirina DDKO-yan siyaseta kurdî derket ber rojê û qada legal. Piştî ku tevger û rêxistinîbûuna kurd derket legalîteyê, karaktereke kîtlewî qezenç kir. Ev kîtlewîbûna Tevgera Bakurê Kurdistanê, Dewleta Tirk tirsand. Li aliyê din jî, di bin tesîra tevera çep ya dinyayê, tevgera xortên şoreşger yên li Fransayê de tevgera çep jî li Tirkiyeyê bû hêzeke mezin. Tevgera Bakurê Kurdistanê bi Otonomiya Kurdisanê re jî raste-rast ket nav danud-standinê. Ev yeka jî bû sedem ku Tevgera Bakurê Kurdistanê xurt bibe.

Ev guhertin û pêşketinên li Tirkiyeyê, nekokiya sinifên serdest bû sedem ku leşker di 12-ê Adara 1971-an de desthilatdariya siyasî aşkere bigrin destê xwe. Ev darbeya encam û berdewamiya Darbeya 1960-î bû. Leşkeran îdia dikir ku dê bi darbeyê pirsgirêkan çareser bikin; Tevgera Neteweya Kurd û Muxalefeta Çep tasfiyê bikin. Ji bona vê jî gelek zehmetî dan gel. Li gelek rewşenbîr, şoreşger û kurdperwerên kurd û tirk işkence kirin. Kîtlewî darizandin kjirin. Bi sedan kurd hatin ceza kirin. Berpirsiyar û endamên DDKOyan, PDKan, axa, beg, şêx, gundî, karkerên Kurdistanê hatin ceza kirin. Serokên Tevgara Çep Denîz Gezmîşî-Hiseyîn Înanî-Yisuf Aslanî hatin îdam kirin; Mahîr Çayanî û hevalên wî jî li Tokatê Kızıldereyê hatin kuştin.

Darbeya Leşkerî, nikarî pirsên Tirkiyeyê çareser bike û pirs mezintir kir. Tevgera Bakurê Kurdistanê piştî Darbeya 1971-ê rengekî nû qezenç kir. Bi awayekî plûral rêxistina xwe ava kir. Karaketreke radîqal û îllegal qezenç kir. Tevgera Bakurê Kurdistanê her ku diçû, mezin bû. Dewleta Tirk ji bona ku pêşiya tevgera kurd bigre, PKKê li hemberî tevgerê organîza kir.

Dewleta kûr û leşkeran ji bona ku dîsa desthiladariya siyasî bigrin destê xwe, Darbeya 12-ê Îlona 1980-yî amadekirin. Vê darbeyê jî pirsgirêkên Tirkiyeyê mezintir kir. Darbeya 28ê Sibata 1987-an û  Darbeya Post-Modernî ya 27-ê Nîsana 12007-an, ev Darbeya 12ê Îlona 1980-yî şopand. Pişt re jî derket holê ku gelek hewildanên darbeyan pêk hatine. Doza Ergenekonê, Balyozê, Kafesê encama van hewildanan e.

Ev ceribandina darbeyên leşkerî derdixe holê ku dema karaktera dewleta unîter, otorîter, neteweyî ya tirk, kolonyalîst nayê guhertin, pêşiya darbeyên leşkerî nayê girtin. Ji bona demokratîzebûna Tirkiyeyê û çareserkirina “pirsa kurd” jî, guhertina dewleta îdeolojîk, neteweyî ya tirk, kolonyalîst, otorîter  pêwîst e.

16-ê Adarê û Qetlîama Helepçeyê…
Dîroka Neteweya kurd û Kurdistanê di heman dem de dîroka qetlîam û jenosîdê ye. Neteweya Kurd, 100 sale ku li hemû beşên Kurdistanê bi destên Dewleta Tirk, Faris, Eerb tê qirqirin. Qetlîama Helepçeyê jî, beşek ji ev qirqirina neteweya kurd e.

Piştî Peymana Cezayîrê her çiqas Otonomiyê Kurdistanê hat hilweşandin jî, li Başurê Kurdistanê di bin serokatiya PDK a Iraqê û YNKê de şerê milî û rizgarîxwaz û azadiyê domand. Ev şerê gelê kurd piştî demekê desthilatdariya merkezî ya Iraq’ê û dewleta kolonyalîst xist tengiyê. Gelek herêmên Kurdistanê rizgar bûn, ketin bin bandor û kontrola pêşmergeyan. Hikumeta navendî ya Iraqê, ji bona ku pêşiya vê rewşê bigre, li Helepçeyê qetlîameke mezin bi çekên kîmyevî pêk anî. Di vê qatlîamê de bi hezaran kurd hatin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn, welatê kurdan şewitî û wîrane bû.

Roja Helepçeyê ji bona her kurdekî trawmayeke gelek mezin e. Ji bona dinyayê jî, piştî Hîroşîma û Nagazakiyê bû ceribandineke girîng. Her çiqaqs di destpêkê de dinyayê Qetlîama Helepçeyê pir girîng nedîtibe jî, pişt re girîngiya Helepçeyê hat fahm kirin. 
Qetlîma Helepçeyê her çiqas ji bona kurdan felaketeke e, lê ji bona rejîma baasî û saddamî jî bû felaket: Ruxandina rejîma faşîst û otorîter û kolonyalîst amade kir.
 
21-ê Adarê Newroz û Roja li dijî kolonyalîzmê…
Li ser Newrozê gelek tişt hatine nivîsandin û şirove hatine kirin;  dê bibin jî.

Roja Newrozê 21-ê Adarê, ji bona neteweya kurd û gelek neteweyên din rojeke gelek pîroz e. Ji bona kurdan rojeke pîroztir e. Lewra Neteweya kurd ji bona ku neteweyeke bindest e û li welatê xwe desthilatdar nîn e, Roja Newrozê ji bona Neteweya Kurd roja azadî û rizgarî yê ye.

Netewqeya Kurd, ji bona ku Neweroza xwe pîroz bike, gelek şehîd dan. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê, Roja Newrozê her demê bûye rojeke gelek xeter û dewletê êrişên mezin wê rojê li dijî Tevgera Bakurê Kurdistanê û gelê kurd pêk aniye. Gelek kurd di Roja Newrozê de şehîd bûne.

Bila Neweroza Neteeya me pîroz be. Newroz bibe roja azadî û rizgariya Kurdistanê.
                                              *****
21-Adarê, di heman dem de roja li dijî kolonyalîzmê ye jî. Kurdistan, ji bona welatekî kolonî ye, ev roja ji bona neteweya kurd û her kurdekî jî rojeke gelek girîng e.
Neteweyên Yekbûyî, ev roja pejirand ku bibe roja dijî koolnyalîzmê. Divê kurd, di vê rojê de û bi taybetî jî dîasporaya kurd di platformên navneteweyî û Neteweyên Yekbuyî de pirsa kurd û rewşa welatê me ya kolonyalîst bixin rojevê.

([email protected])
 
Stenbol, 16. 03. 2010

Back to top button