Polîtîk

Serokê APAHK pêşwazîya balyozê Tirkiye li Iraqê kir

Serokê Ajansa Parastina Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazîya balyozê Turkiye yê li Iraqê Murad Ozçelik û konsulê Turkiye yê li herêma kurdistanê kir.

Balyozê Turkiye şadbûna xwe bi evê dîdarê da nîşandan û pesnê pêşkevtinên peywendîyên navbera Turkiye û herêma kurdistanê da.
Serokê APAHK Mesrûr Barzanî jî bi germî pêşwazîya evê şandeya mêvan kir û ragihand, ku herêma kurdistanê giringîyek mezin dide peywendîyên xwe yên bi Turkiye re.
Serokê APAHK Mesrûr Barzanî got, ku ew dixwazin evan peywendîyan bêtir kûr û xurt bikin, da ku bêtir xizmeta berjewendîyên bilindên herdu alîyan bihê kirin.
Di beşekî dinê evê dîdarê de behsa rewşa niha ya nava Turkiye jî hat kirin û bi taybetî jî, behsa prosesa nû ya demokrasîyê û serrastkirina destûra Turkiye hat kirin.

 

(PNA)

Back to top button