Peymana 'nukleerê' hate morkirin

Îranê, piştî hevdîtina bi lîderên Tirkiye û Brezîlyayê re, peymana dewlemendkirina uranyumê ya li derveyî welat, îmza kir.
Wezareta karên derve ya Îranê, duhî danê sibê ragihand ku ew ê 1200 kg uranyuma dewlemendkirî, li beramberî sotemeniya nukleer ku bikaribe di reaktora lêkolînê de bête bikaranîn, bişînin Tirkiyeyê.
Peyman, li Tehranê, di navbera serokomarê Îranê Mahmûd Ahmedînejad, serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan û serokomarê Brezîlyayê Luis İnacio Lula Da Silva de hate îmzekirin.
Li gorî nûçeya BBC, li gorî peymanê, Îran, dê ji sedî 3,5 uyanyuma dewlemendkirî bişîne Tirkiyeyê.
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Ramin Mehmanparast, destnîşan kir ku piştî ku ew 1200 kg uranyumê bişînin Tirkiyeyê, ew ê Saziya Enerjiya Atomê ya navneteweyî “di nav hefteyekê de” agahdar bikin.
Bi vî awayî, bêyî ku Îran bibe xwedan kapasîteya çêka nukleerî dê bikaribe ji enerjiya nukleerî sûdê wergire.
Rayedarên DYAyê, ragihandibû ku paketeke nû ya dorpêçên aborî bo ser Îranê, li ber destê wan e ku li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî bidin qebûlkirin.
Endamên daîm yên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî Tirkiye û Brezîlya dixwazin pirsgirêkên derbarê nukleera Îranê de bi riyên dîplomatîk bêne çareserkirin.
Erdoğan berî ku biçe Îranê got, “Bi Îranê re danûstandinên me yên bilind çêbûn. Piştî vê em ê dest bi pêvajoya lêkguhastinê bikin. Ma heke dê lêkguhastin li Tirkiyeyê be, min got, divê em jî biçine wê derê.”
Serokwezîr, bal kişand ku bi van gavên Îranê, hêvîdar in ku pirsgirêka dorpêça Konseya Ewlekariya NY’ê ya bo Îranê jî bête çareserkirin.
AKnews