Maleke ji peyvan : Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim
Kitêba nivîskarê galisyanî Séchu Sende “Made in Galiza“ bi kurdî di nav weşanên Avestayê de çap bû: Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim. Kitêba ku di “roja edebiyata galisyanî“ de ku du rojan piştî “cejna zimanê kurdî“ ye derket, ji bo balê bikişîne ser rewşa zimanê kurdî û zimanên di bin tehdîda tunekirin û asîmîlasyonê de ji aliyê 35 şexsiyetê kurd ve hatiye wergerandin. Sê çapên kitêbê bi hev re, tev de 3 hezar çap bûne ku ev ji bo kitêbên kurdî merhaleyeke nû ye. Buhayê li ser kitêbê ji sisêyan yekê piyasê ye, 4 TL ye. Herçiqas buha erzan jî be kitêb, bi kalîteya herî baş a kitêbên standard hatiye çapkirin.
Mesûlê Weşanxaneya Avesta Abdullah Keskin dibêje, “Helwest û pêwendiya xwendevanê kurdî a bi vê kitêbê re, wê ji bo me bibe wek anketekê. Biqasî ku em têgihiştine, me hemû daxwaz û pîvanên xwendevanê kurdî li ber çav girtine. Daxwaz û elaqeya xwendevan û kitêbxaneyan cesaret da me, ji ber wê me jimarek zêde, nexasim ji bo wergerê pir zêde, çap kir. Em gazî xwendevanan dikin, werin hûn jî gotinên xwe li ser yên me zêde bikin, em vê mala ji peyvan bi hev re ava bikin. Em ji ‘Warekî lal‘ welatekî ji peyvan ava bikin!“
Ji pêşgotina weşanxanê
Di serî de em bibêjin ku yek ji armancên wergera vê kitêbê ne ew e ku di Kitêba Rekoran a Guinnes de cih bigre. Lê eger lêkolînek bê kirin, bi rehetî wê bê dîtin ku mînakek bi vî rengî tune ye. Serpêhatiyek xweser e û îlhama wê rewş û potansiyela kulturî a kurdî ye. …
…
Aliyekî girîng ê rewşa zimanê kurdî psîkolojîk e. Û wek ku em di kitêbê de dibînin ev ne mexsûsî kurdan e. Xwepiçûkkirin, yek ji xasetên miletên bindest e. Ji bo girîngîpêdana zimanê kurdî, baweriya me ew e ku ev kitêb, wê roleke baş bilîze, belê eger bê xwendin. Ji bo ku bê xwendin me hin rêbazên ku mirov dikare bêje nû ne, pêk anîn. Di werger, tîraj, buha û danasînê de me xwest em konseptek taybet çêbikin. Em hêvîdar in bikêr be!
Maleke ji peyvan, nivîsa bergê
Kesê ku dikare vêga van rêzan bixwîne, ev kitêb ji bo te
hatiye nivîsandin, muhatabê van peyvan tu yî. Kitêbeke ku bi serê zimên li
formulên azadiyê digere û qehremanên wê jî peyv in. Kitêbek ku ji çîrokên
orijînal ên li ser kes, xelk û warên ku em xeyal dikin, pêk tê. Ev peyvên ji
ciyekî gelekî dûr zêde nêzîk ên me ne jî.
Werin em ji xwe re maleke ji peyvan ava bikin.
Werin em bi hev re dengê xwe bikin yek û zimanê xwe derxin,
ji qedexeya sedsalan re, bêjin: Aaaaaaaaaaa!
Ji nivîsa “Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim“
Car caran zimanê xwe derdixim dibêm aaaaaaaaa û Merheba, tu li vir
î? Dipirsim. Merheba. Oxx. Ez fam nakim, zimanek çawa winda dibe. Bi rastî jî fam nakim. Kesek çawa dikare zimanê
xwe winda bike? … Çi dibe çi nabe di xewnên xwe de jî ez ê dev ji axaftina bi
zimanê xwe bernedim. Walle wisa ye. Ez ê di xewnên xwe de jî zimanê xwe winda
nekim.
Wergêrên kitêbê
Nivîsên di kitêbê de ji aliyê Fahriye Adsay, Mehmet Aktaş, Remezan Alan, Arjen Arî, Hêja Bağdu, Rûken Bağdu Keskin, Ferhad Birûsk, Fewzî Bîlge, Selahattin Bulut, Şukran
Çaçan, Silêman Demir, Şerif Derince, Mehmet Dicle, Mûrad Dildar, Receb
Dildar, Ismail Dindar, Lorîn S. Doğan, Husên Duzen, Zana Farqînî, Irfan Guler, Gulîzer, Dîlber Hêma, Sacha Ilitch, M. Alî K., Yakup Karademir, Metin Kaygalak, Abdullah Keskin, Songul Keskin Duraker, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Ergîn Opengîn, Osman
Özçelik, Şivan Perwer, Fatma Savci û Salih Yillik ve hatine wergerandin.
Ji “Pêşgotin bo çapa kurdî“ a nivîskar
…
Mîmarê fransî Le Corbusier wiha dibêje: “Şertê hebûnê yê pêşîn dagirkirina cih e.” Ji ber ku peyvên me jiyanê didin me divê em wan bidin ber bayê ji bo ku hemû dinya bi wan bihise. Ji bo ku peyvên me bikevin hemû ciyên taybet û fermî, jiyana me ya kolektîf û rojane û heta ku xewnên me jî îşgal bikin. Ji bo ku peyvên me ekranên komputeran, nivîsên dîwaran û yên li ser tîşortên me, ew wêneyên dilan ku sembolên evînê ne, îlanên destan, kitêbên dersên zarokên me an jî ew metnên qanûnê ku divê bi zimanê gelê xwe hatibin nivîsandin, îşgal bikin.
Ev kitêb dixwaze bibe kitêbeke kêfxweş. Yeke ku kenê meriv bîne. Carna hebûna mîzahê dibe hewlek li hember dînbûnê. Mîzah meriv ji êşê û trajediyê azad dike û bi saya wê meriv dikare pirsgirêkên xwe bi xweşbînî hilgire. …
Galîza di navbera îtaet û bêîtaetiyê de diçe û tê. Yek ji wan mîzahkar, nivîskar û sîyasetmedarên herî mezin yê sedsala XXan Castaleo wiha dibêje: “Bi ser me de mîz dikin û ji me wê ye ku baran dibare.” Lê weke ku her tişt diguhere, yek ji wan entelektuelên sedsala XXIê O Leo jî ev hevok wisa guherandiye: “Bi ser me de mîz dikin û em jî dirîn ser wan.”
…
Lê Made in Galiza bi temamî, ev cara pêşî ye ku wê bi zimanekî ji heman famîlyayê bê çapkirin, bi zimanekî ku ji aliyê dîrokê ve hatiye bindestkirin, zimanekî ku ji azadiyê bêpar maye. Bi vê em dizanin ku em ne bitenê ne, em dizanin ku di gerdûnê de bi milyonan kes bi heman şiklî li dijî tiştên wisa derdikevin: Têkoşîna xwedî derketina li zimanê gelê xwe. Em xwedî biratiya peyvên di bin zordestiyê de ne, peyvên tade dîtine. Em xwedî biratiya zimanên bindest mane.
…
Di navbera me de 5000 kîlometre heye, lê dûrahiya di navbera Kurdistan û Galîza de wisa xuya ye ku biqasî gavekê ye. Di nexşeyê de di navbera me de gelek welat hene lê mîna ku em du gelên cîranê hevdû ne. Loma jî ez dibêjim: Galîza û Kurdistan birayên hevdû ne.
…
Şanaz im ku ezê li malên we bibim mêvan, û wek peyvên xwe ezê jî bibim parçeyek ji gelê we, ji neteweya we; şanaz im ku ezê bibim bajariyekî ji bajarên we, gundiyekî ji gundên we. Di xebata avakirina vê mala ku ji peyvan tê avakirin de ez spasdar im ku we min jî têkilî karê xwe kir.
Ji bo ku keç û lawên me ji ber me wan fêrî zimanê wan ê zikmakî kiriye spasdarê me bin.
Ji bo ku keç û lawên me ji ber me wan fêrî gudarîkirinê kiriye spasdarê me bin.
Ji bo ku keç û lawên me bi zimanê xwe xewnan bibînin!
Û wek ku hûn dizanin, “A vida ê melhor em galego”, “Jiyan bi kurdî xweş e.”
Roja edebiyata galisyanî
Roja edebiyata galisyanî, ji aliyê Dezgeha Ziman a Galisyan (Real Academia Galega) ve bo bîranîna kesên ku bi ked û berhemên xwe di pêşxistina ziman û edebiyata galisyanî de rolek lîstine, ji sala 1963yan ve tê durustkirin. Festîval her sal diyariyî kesekî dikin û ev kes ji aliyê Dezgeha Ziman a Galisyan ve tê hilbijartin. Ji bo kesek bê hilbijartin divê di ser mirina wî re herî kêm 10 sal derbas bûbin. Bûyera ku îlhama xwe daye vê rojê, 17ê Gulanê, 1863, roja çapa yekem a kitêba sembolê ronesansa galisyan Rosalia de Castro, a bi navê Cantares Gallegos e. 17ê Gulanê li Herêma Galisyan a Otonom tatîla resmî ye. Festîvala îsal ji bo bîranîna nivîskar û şaîr Uxio Novoneyra ye.
Nivîskarê kitêbê Séchu Sende
(1972, Galisya) Bi şi’rê dest bi nivîsandinê kir. Pişt re dest bi çîrokan kir û bû yek ji nivîskarê herî girîng ê çîrokê li Galisya. Fîlolojiya Galisyanî-Portekîzî xwendiye. Di 2003yan de bi romana Orixe, xelata Amor Blanco wergirt. Bi Made in Galiza (2007) eynî salê xelata Anxel Casal ku Yekîtiya Weşangerên Galisyan dide, stand û bû kitêba salê.
Di xewnan de jî ez ê zimanê xwe winda nekim
Séchu Sende
ISBN: 978-605-5585- (BURAYA SON 3 RAKAMI EKLEYIN)
19.5×13, 144 rûpel, 4 TL
www.avestakitap.com
avesta, 18-23YÊ GULANÊ LI DIYARBEKIR, LI FUARA KITÊBAN A TÜYAPÊ YE!