Serokatiya Kurdistanê bûyera Reyhanlî şermezar kir

 

Roja şemiya borî li bajarê Reyhanlî li Tirkiyeyê nêzîkê tixûbê digel Suriyeyê sê teqînên mezin çê bûn û di encam da gelek kesên sivîl bûn qurbanî. Serokatiya herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî wê kiryara terorîsî şermezar dike û hevxemiya xwe ji bo gelê tirk û malbatên qurbaniyên wê kiryara terorîstî radigehîne:

      – Em bi dijwarî wê kiryara nemirovane şermezar dikîn û hevxemiya xwe ji bo gelê Tirkiye û kesukarê qurbaniyên wê tawanê radigihînîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndarên wê kiryara terorîstî dixwazîn.

Serokatiya herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de hêvî dike ku, destên li pişt encamdana wê kiryara terorîsî bi zûtirîn dem bên eşkere kirin û radestî dadgehê bên kirin

 

Nêrînek

  1. Ez jî ew teqandina lê Reyhanli'yê sermezar dikim û jê malbatên ew însanen dê teqandine da hatine kûstûn ran jî jê ra ser saxiyê dixwazim.\r\nEw teqandin jê bo careserkirina bakûre Kurdîstan'ê ware astteng kirin hatiyê kirin û taban jê bo we lê ser Suriye tirseka mezin heye û wê deme derek ew jî careserkirina rojavayê kurdistan'ê bike. Jê bo we jî Suriye ew teqeandin di dora Muxeberata xwe we însanen xweyên di hûndûre Tirkiye da ew teqandin kiriye û ew jî eskere bûye û jê bo we jî serokê Tirkiye Tayip Erdogan û wezîrî hûbdur Besîr Atalay jî beyaneka ûsa dane Medya ye û jê ew kesanan jî cend însan jî hatine girtin..

Nerîna min :