Serokatiya dozgeriya Îraqê, îro roja duşemiyê, daxwaz ji serokatiya parlamentoya Îraqê kir ku, li gor destûra Îraqê kesek din bo postê serokmarê Îraqê ku, demek ditêje jiber nexweşketina Talebanî ew post vala maye, diyar bikin.

Dizgerê giştiyê Îraqê bi nameyeke nivîskî daxwaz ji Osema Nucêfî serokê parlamnetoyê dike ku, tebîrên pêwîst bikin û li gor destûrê ksek din bo postê serokomarê Îraqê diyar bikin û dibêje:

          Ev demek dirêj bi ser xiyaba serokomar Celal Talebanî de derbas bû û ew post vala maye. Daxwazê ji Osame Nucêfî serokê parlamnetoyê dikîn ku bi rêyên qanûnî û bi taybetî li gor madeya 72 a destûra Îraqê tedbîrên pêwîst bike û kesek din bo postê serokomarê Îraqê diyar bike.

Li gor benda (C) ji madeya 72  a destûra Îraqê eger ji ber her sedemekî be postê serokomar vala bimîne divê ew post bê pir kirin û kesek din bo wî cî bê diyar kirin.

Weke tê zanîn Celal Talebanî serokomarê Îraqê di çileya pêşîn sala 2012ê de rewşa saxlemiya wî têk çû û ji bo çareseriyê ew birin Almaniyayê û heta nuha ew li nexweşxaneyên almanî  tê çare kirin. Lê nediyare ka rewşa Talebaî çewaye. Berî çend rojan mediya erebî nivîsî ku Talebanî wefat kiriye, lê belê serokatiya yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ew nûçe red kirin û gotin rewşa saxlemiya Talebanî ber bi başiyê ve diçe. Ji roja Talebanî nexweş ketîye heta nuha ti wêneyên wî li ser ekranên telefizyonan nehatine nîşan dan.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: