Serokatiya Herêma Kurdistanê teqînên îro yên li Bexdayê bi tundî şermezar kir û ew teqîn weke teqînên “terorîstî” bi nav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, îro du teqînên xwekujî li qada Teyeran li Bexdayê çê bûn û di encamê de heta niha 28 kes hatine kuştin û 73 kesên din jî birîndar bûne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Em bi tundî van êrişên terorîstî yên xwekujî şermezar dikin, ku îro li Bexdayê bi awayekê pir hovane hemwelatî kirine armanc û hejmareke zêde ji wan şehîd û birîndar bûne.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên teqînên li Bexdayê dike û diyar dike: “Em hevsoz û hevxemê wan in, hêviya silametî û zû başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dan, ku “Herêma Kurdistanê bi hemû awayan amade ye li nexweşxaneyên xwe pêşwazî li birîndar û berketiyên êrişê bike û tevahiya xizmetguzariyên pizîşkî yên pêwîst ji wan re pêşkêş bike.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha gef û metirsiyên terorê bi bîr tîne û daxwaz dike, hemû aliyên têkildar yekrêz bin û bi berpiryariya niştimanî, welat ji metirsî û krîzan derbas bikin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ev êrişên terorîstî nîşaneya qebareya metirsiyên terorê ne û aliyên têkildar û tevahiya hêzên siyasî yên welat dixin ber berpirsyariya niştimanî ji bo tifaq, yekrêzî, hevbeşî û bi hev re karkirinê, ji bo rûbirûbûna astengiyan û derbaskirina welat ji metirsî, alozî, pirsgirêk û krîzan.”

Îro danê nîvro du teqînên xwekujî li nav bazareke gelêrî li qada Teyeran a Bexdayê çê bûn û li gor amarên fermî yên rayedarên Iraqî, di encama teqînan de 28 kesan canê xwe ji dest dane û 73 kes birîndar in.

Hêj ti aliyekê bi fermî berpirsyariya teqînan li xwe negirtiye, lê belê Rêvebirê Berevaniya Sivîl a Iraqê ragihand, şêweya teqînan wiha nîşan dide ku DAIŞê ew teqîn pêk anîbin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: