KulturRojev

Azadî

Lajeyên eyazên yên nayên qutkirin, tevî bendan, şepêla pêngavên yên nayên hijmartin, ta bigihin bajarên roniyê.

Bistek eşobûyî ye di kûrahiya huş û sewda de , kerxeya xwe di nav tehtê tariyekê de berqef dike, golek rizgariye, di nav nizimbûnên mildanê, hemî dilên westiyayî bi ponijiyek dirêj şad dike.

Ji maskên sextebûnê direve, di kêlîkên me de derbas dibe, çîrokên jiyanê û romana felekê werdigerîne, dergehên penaberiyê lêdide.

Ji azadiyê re zimanên erdê , gûşiyên zeviyê, kulîlkên naring û gulnarê, ahînên bin xirbeyan, vejînbûna şoreşên xwedawendan e .

Rêber Hebûn

Back to top button