CivakRojev

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa li ser malbata Kurd şermezar kir

 Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa li ser malbata Kurd a li Konyayê şermezar kirk u 7 kes hatibûn kuştin û daxwaz kir ku encamderên wê êrişê bên darizandin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li hejmara fermî ya Twitterê derbarê êrişa li ser malbata Kurd û şewatên li daristanên Tirkiyê peyamek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di wê peyamê de êrişa li ser malbata Kurd ku di encamê 7 kes ji malbatê hatin kuştin şermezar kir û serxweşî li malbatên qurbaniyan kir.

Di peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, “Hizir û duayên me li gel malbatên qurbaniyan e. Divê berpirsên vê tawanê bên darizandin.”

Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê şewatên li daristanên Tirkiyê jî ku ev çend roj in berdewam in peyamek belav kir û dilgiraniya derbarê wan şewatan de ragihand.

Serokatiya Herêma Kurdistanê hêviya xwe jî derbirî ku “agirê bi daristanên Tirkiyê ketiye bê kontrolkirin.”

Li bajarê Konya yê Tirkiyê di encama êrişa ser malbateke Kurd de 7 kes hatin kuştin û mal jî hat şewitandin.

Bûyer demjimêr 18.30 li navçeya Meram a ser bi parêzgeha Konyayê ve qewimî û li gor zanyariyan grûpeke nenas bi çekan êriş birin ser malbateke Kurd a li gundê Hasankoy.

Li gor zanyariyên destpêkê di encama wê êrişa çekdarî de 3 jê jin 7 kes ji malbata Kurd hatin kuştin. Ew mala rastî êrişê jî hat ji aliyê êrişkaran ve hat şewitandin.

Ew malbata Kurd roja 12ê Gulana îsal ji aliyê grupeke nîjadperest ve rastî êrişekê hatibû û di encamê de 7 endamên wê malbatê ku 4 jê jin bûn, birîndar bûbûn. Malbata ku êrîş rêkxistibû, her cîranê wê malbata Kurd bûn.

Back to top button