CivakRojev

Bûyera nijadperestî û helwesta aliyên siyasî

Li Konyayê li navçeya Meramê malbatek kurd bû armanca êrîşek çekdar û di encam de 7 kes ji malbatê Jiyana xwe ji dest dan. Malbata Kurd eve zêdeyî 24 salin li wê deverê dijî. Piştî bûyerê gelek nirxandinên cuda hatin kirin. Tê îdia kirin ku, di navbera malbata kurd û cîranên wan de neyartiyek hebû . 

Lê tê Zanin ku gelek bajarên Tirkiye car bi car hinek kesên nijadperest êrîşê kurda dikin û wan dikujin. Hinek ji van êrîşan plankirîne û hinek jî li gora mercên  taybet rû didin. Dema bûyerek bi vî awayî rû dide hinek aliyên Kurd û li himber wan jî yên Tirk hewldidin ku van bûyeran wek rantek siyasî bi kar bînin. Dema daxûyaniya didin ,tu dibêjî ku, belkî li himber bûyerekî bi vî awayî mane da ku ji bo xwe bikin rantek siyasî.

Ji berî her tiştekî ev bûyera li Konyayê rûdayî,bûyerek trajîk e û gelek nexweşe. Her awayî texsîra desthilata Konyayê û deverê di vê bûyerê de heye. Lê têzanîn ku, Tirkiye rojane Faşîstên Tirka êrîşan dibin ser hinek kurdan  ku, ji bo tenê ew kurdin.

Konya bajareke ku gelek Kurd eve sedêsalane lê niştecîne. Çemd navçeyê Konyayê piranî Kurdin.

Di derbarê qetliama Konyayê de daxûyaniya HDPê de dibêje ku, ev qetliam encam zimanê desthilatê pêkhatiye, me ji berî niha jî ji bo van tişta bala hukumetê kişand ,lê hevala me Deniz Poyraz jî hate Qetil kirin. Hukumet HDP ji xwe re kiriye armanc, lê ev bûyer ji HDPê derbas dibin û gelek kûrtir dibin,di kesayeta HDPê de êrîşê Kurdan dikin. Erîşên dijê HDPê li dijê hemû hezên demokrasî xwazin.

Ji aliyek din wezirê navxwe û wezirên Dadê daxûyani dan dibêjin ku, eve 11 salin dijmineyatiyek di navbera van herdu malbatan de hebû. Herweha dibêjin lêkolinek berfireh tê kirin .

Gelek siyasetmedar, partiyên siyasî di derbarê vê bûyerê de daxûyanîya didin heryek li gora xwe vê bûyerê dinirxîne. Lê di encam de siyaseta nijadperest a dewletê û herweha siyaseta “biratiya gelan” dibe zemînê êrîşên nijadperest..

Back to top button