PolîtîkRojev

Li himberî êrîşên nîjadperestî divê hemû Kurd helwesteke yekgirtî bigirin

Li gundê Hasankoy a navçeya Meram a ser bi parêzgeha bajarê Konya ya Tirkiyê ve roja 30.07.2021ê grûbeke nîjadperestên Tirk êrîşeke çekdarî birin ser malbateke Kurd û di encamê de ji vê  malbata Kurd  7 kes hatin qetil kirin û mala wan hate şewitandin.

Di  şeva 12ê Gulana îsal de grûpeke ji 60 kesî pêkhatibû bi dirûşmên nijadperestî  dîsa  êrişî vê malbatê kiribû.Lê di encamê tu kes ji wan nehatibûn ceza kirin.

Gelek aşkereye ku berpirsyarê esasî yên van êrîşan rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê yên nuha bi xwe ne.

Rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê, bi gotin û siyaseta xwe ya nîjadperest a li dijî kurdan rê ji van êrîşan re xweş kirine. Qetlîama vê dawîyê ya li Konyayê pêk hatîye û xurtbûna nîjadperestîya di nav civata Tirkan de jî encama vê sîyasetê û ya sîstema kolonyalist e.

Dewleta Tirkîyeyê û van çeteyên  nîjadperst yên ku cesaretê ji dewletê digirin divê baş bizanibin ku miletê Kurd tu carî serê xwe li himberî qetlîamên wan netewandîye û dê nuha jî netewîne.

Em van qatilên nemirov û  nîjadperest   û vê hişmendî û sîyaseta ku li ser dijminatîya kurdan hatîye ava kirin ku rê ji van êrîşan re vedikin şermezar û protesto dikin.

Em bangî kurdên ku li bajarên metropolên Tirkîyeyê dijîn dikin da ku li himberî van êrîş û qetlîamên nîjadperest hêza xwe bikin yek.Em jî bi her awayî dê li gel xelkê xwe bin.

Herweha em bangî hemû hêzên demokrat û  yên li dijî nîjadperestîyê yên li Tirkîyeyê jî dikin da ku li hi.berî van êrîşên nîjadperest dengê xwe bilind bikin.

Li himberî van êrîş û qetlîaman wazîfeya herî mezin jî dikeve ser milên hemû partî, rêxistin û grûbên  Kurdan û  dezgehên sivîl ên li Kurdistanê.Divê hemû van alîyan  bi yek dengî   li himberî van êrîşên nîjadperestî helwesteke zelal û  yekgirtî bigirin.

Em sersaxîyê ji malbata Dedeogullari û ji gelê me re dixwazin.

31.07.2021

– Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-Tevger),

– Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK),

– Partiya Demokrata Kurdistanê -Bakur (PDK-Bakur).

– Pêlkurd

– Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)

Back to top button