PolîtîkRojev

Enfalkirina Barzaniyan, birîneke din li ser gewdê netewa me ye

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di salvegera enfala Barzaniyan de peyamek belav kir û daxwaz ji desthildarên Iraqê kir, tevahiya qurbaniyên proseya enfalan qerebû bikin.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di peyamekê de ragihand, “Salvegera enfalkirina Barzaniyan, birîneke din li ser gewdê netewa me ye û beşek ji xema kûr a hewla qirkirina gelê me ji aliyê rêjîma Beis a jinavçûyî ye.

Di peyamê de hat jî: “Di vê salvegera de, silav li giyanê Barzaniyên enfalkirî û tevahiya şehîdên Kurdistanê û enfalkiriyan dişînin û sersaxiyê li malbatên wan ên serbilind dikin.”

Qubad Talebanî dibêje: “Di vê boneyê de, careke din daxwazkar in ji desthilatdarên Iraqê ku tevahiya qurbaniyên proseya enfalê qerebû bikin û vê jî bi mafekî destpêkê yê vî xelkê qurbanî dane û têkoşer dizanin.”

Back to top button