PolîtîkRojev

Di vê bîranîna dijwar de rêz û rûmet ji bo giyanê pakê enfalkiriyan…

Serok Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta bîranina 38 saliya komkujiya Barzaniyan daxûyaniyek ragihand.

Daxûyanî:

Li bîranîna sîh û heşt saliya enfalkirina Barzaniyan da, serî rêz û rûmetê ji bo giyanê pakê heşt hezar mirovên bêtawanê Kurdistanê diçemînîn ku li berî sibehiya 31.07.1983 ve heta deh rojan li ordugahên bi zorê yên Hewlêrê li helmeteke reşgîriyê da bi zebrê çek li nav mal û zarok û malbatan de hatin destgîr kirin û êdî tu demekê û heta hetayê venegeriyan.

Jenosaydkirina Barzaniyan bi tenê rapêçkirina zilaman li çol û biyabanên tarî û mirinê nebûn, piştî wê jî jin, keç, xûşk û dayikên Barzanî diviya ber bi rûyê çarenivîsên dijwar û nediyarê jiyanê bibin û hezaran zarok sêwî, bibin bav û bapîr û bira û kedeke mezin ji bo dabînkirina debara jiyanê û bixewkirin û perwerdekirin û pêgihandina wan bikêşin û berxwedana jiyaneke tehl û dijwarê pir bi rondik û hesretê bigrin.

Li vê bîranîna dijwar de rêz û rûmet ji bo giyanê pakê enfalkiriyên Barzanî û tevahiya enfalkiriyan û şehîdên Kurdistanê re dişînîn, bi rêz û rûmetê ve wan bi bîrtînîn, gelek bi rêz ve li keda dayikan, hevjîn û xûşkên enfalkiriyan dinêrîn, spas û pêzanînê ji bo xelkê camêrê Hewlêr, Herîr û Batas û hemû ewên piştî enfalkirina Barzaniyan, her çi li şiyana wan da bû, hevkariya malbatên enfalkiriyan kirin û yarmetiya wan dan.

Kesukarên enfalkiriyan û şehîdan piştrast dikîn ku çi kêmasiyê nakîn û hemû hewlek didîn ji bo bi dokumentkirinê û bo ku enfal li ser asta navdewletî bi jenosayd bênasin û careke din gelê Kurdistanê û mirovayetî bi giştî mergesatên wiha nebînin, daxwaz ji Hikûmeta Iraqa Federal jî dikîn, qurbaniyan qerebû bike.

Dûpat dikîn ku parastina destkeftên gelê Kurdistanê tenê mîsogerkirina dûbarenebûna karesat û êş û nehametiyane, ewe jî bi yekrêzî û tebayî ya di navbera hemû alî û pêkhatên Kurdistanê dibe.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

31.07.2021

Back to top button