Polîtîk

Serokatî rolê hêzên hevpeyman bilind dinirxîne

Serokatiya Herêma Kurdistanê de di derbarê rewşa Amerikayê û hêzên hevpeyman de daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxûyaniya xwe de dibêje:

Hêza Hevpeymanan ya bi serkirdayetiya artêşa Amerîka rolekî serekî li parastin û hevkarîkirina hemwelatiyên Herêma Kurdistanê de, her li ragihandina navçeya dijî firînê ya li sala 1991 û heta rûxandina rejîma Be’es ya li sala 2003 û têkşikandina grûpa terorîstiya Da’îş li van çend salên derbasbûyî da hebû. Her bi vê navê da jî mil bi milê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, qurbaniyê dane û berevaniyê li Herêma Kurdistanê kirine.

Nabê rol û xebata Hevpeymanan, bi taybetî ya artêşa Amerîkayê, tevlî biryara nexwestiyên siyasî bê kirin. Herêma Kurdistanê rêz û pêzanîna xwe ji bo hêzên Hevpeymanan û artêşa Amerîkayê dûbare dike û xebat û qurbanîdana wan bilind radigrê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

21.10.2019

Back to top button