Civak

50 serbazên Rûsî gihiştin Qamişlo

Peyamnêrê Rûdaw ragihand ku 50 serbaz û şêwirmendên leşkerî yên Rûsî gihiştin Qamişlo.

Peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz ragihand ku êvariya îro Duşemê (21.10.2019) 50 serbaz û şêwirmendên leşkerî yên Rûsî gihiştin balafirxaneya Qamişlo.

Ev hatina serbaz û şêwirmendên leşkerî yên Rûsî bo Qamişlo di demekê de ye, ku tenê çend saet ji dema agirbesta demkî ya li Rojavayê Kurdistanê bakurê Sûriyê maye, ku Amerîka û Tirkiye şeva pênşemê 17ê Cotmehê li ser wê rêkeftin kiribûn.

Herwiha Serokê Amerîkayê, Donald Trump biryara vekişîna hêzên wî welatî ji Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê daye, ji çend rojên bihorî ve vekişîna hêzên wî welatî ji Rojavayê Kurdistanê ve dest pê kiriye.

Piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku welatê wî dixwaze 12 binkeyên leşkerî li navçeya aram a li nav axa Rojavayê Kurdistanê (li bakurê Sûriyê) ava bike.

Artêşa Tirkiyê ji roja 9ê Cotmehê ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye û herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê û gunderên derdora wan xistine jêr kontrola xwe.

Back to top button