Seroka jinên Sosyaldemokrat hat guhertin
Kongreya jinên partiya Sosyaldemokratên Swêd civiya û serokek nû hate hilbijartin. Ji berî kongreyê ji bo serokatiya jinên Sosyaldemokrata çar berendam hebûn.
Yek jê Nalin Pekgul (eslê xwe Kurd e ji bakurê Kurdistanê ye) bû , Nalin ji sala 2003-ê ve serokatiya jinên Sosyaldemokrat dike. Yên din jî Ylva Johanson, Eva Lena Jansson û Lena Sommestad bû.
Di ji bo serokatiyê teoşînek dijwar hebû.
Di encam de du berendaman Ylva Johanson, Eva Lena Jansson xwe dan aliyekî. Hilbijartin di navbera Nalin Pekgul û Lena Sommestad de bû. Di encama hilbijartinan de Nalin Pekgul 34 û Lena Sommestad jî 64 dang girtin.
Bi vî awayî Lena Sommestad bû seroka nû ya jinên partiya Sosyaldemokratên Swêd.
Piştî hilbijartin dawî hat û Lena Sommestad bû seroka jinên Sosyaldemokrat a nû, axavtinek kir û spasiya wan kesên ku ew hilbijartîn kir û got “ezê di xebata xwe de layiqê vê baweriya we dayî min bim.”
Lena Sommestad wezîra jîngeh ya Swed a berê bû.