Polîtîk

Kiryarên PKK, PJAK dikin hêcet û êrîşê Kurdistanê dikin

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ragehand ku ji bo dawîanîn li bombardiman û pirsgirêkên ser sînor, bi tevgereke ‘’dîplomatîk a berfireh’’ û rûniştina ligel ‘’hemû aliyan’’ ve mijûl in da Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li ser sînorên Herêma Kurdistanê yên ligel Îran û Tirkiyê bên bicîh kirin. Barzanî got: ‘’Em naxwazin pirsgirêk hebin û hîç şerek derkeve. Niha em bi wê yekê ve mijûl in bi awayekî aram û dîplomatîk hewl didin hêzên me li ser sînor bin.’’

Di hevpeyvîneke taybet de ligel Rûdawê Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, behsa serdana xwe ya dawî ligel şandeke Herêma Kurdistanê bo Tehranê kir û da xwiyakirin ku xala serekî ya gotûbêjên wan ligel berpirsên Komara Îslamî ya Îranê tevlîhevî û aloziyên niha yên ser sînor bûn.

Roja 24.08.2011ê Nêçîrvan Barzanî ligel şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serdana Îranê kir û ligel Serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejat, Wezîrê Derve û çend berpirsên din ên wî welatî civiya. Barzanî, da zanîn ku bi awayekî cidî û ‘’pêdagirî’’ behsa pirsgirêka qutkirina ava Elwen ligel Serokkomar û Wezîrê Derve yê Îranê kirine û wan jî soz daye mijarê bişopînin; ‘’Lê digotin bi giştî av kêm bûye, me ne bi biryareke siyasî qut kiriye.’’

‘PKK û PJAK berjewendiyên Herêma Kurdistanê liber çav nagrin’

Nêçîrvan Barzanî rexne li siyaseta PKK û PJAKê jî girt û wiha pêde çû: ‘’Bi şerên xwe qet berjewendiyên Herêma Kurdistanê liber çav nagrin û her dem hincetan didin wan welatan da êrîşê nav axa Herêma Kurdistanê bikin.’’ Barzanî, da zanîn ku êrîşên welatên cîran di nav axa Herêma Kurdistanê de ‘’nayên qebûlkirin û li gor prensîbên navdewletî jî çênabe Herêma Kurdistanê vêna qebûl bike.’’ Barzanî, bibîrxist ku niha ew hikûmet in ne ku partiyeke li çiyan bin lewra ji parastina jiyana xelkê berpirsin û ligor yasayên navdewletî jî nabe Herêma Kurdistanê bibe bingehek bo êrîşkirina welatên cîran.’’

‘PKKê bi êrîşên xwe hewldanên di navbera Tirkiye û Ocalan de têk dan’

Di wê çarçoveyê de diyar kir ku Hêza Parastina Sînor li navçeyên sînor bicîh dikin û got: ‘’Niha em bi tevgereke dîplomatîk a berfireh ve mijûl in da ligel hemû aliyan rûnin ji bo em bighin wê armancê.’’ Barzanî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’PKK bi êrîşên xwe yên vê dawiyê yên li ser sînor hewldanên di navbera Tirkiye û Abdullah Ocalan û wê derfeta siyasî ku bo çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsa Kurd hatibûn çêkirin têk dan.’’

Barzanî da zanîn ku berî wan çalakiyan, ‘’PKK di rewşekê de bû dikarî gelekî fêdê jê bike, lê mixabin piştî hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyê di 12ê Hezîrana îsal de, PKKê siyaseteke şaş peyrew kir.’’ Bi tundî rexne li kirdarên çekdarî yên vê dawiyê yên PKKê jî girt û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Herdem derfeta destpêkirina xebata çekdarî heye, lê belê derfetên siyasî û aştiyane zehmet tên dirûstkirin, lê PKKê tehemûl nekir ka bizanê Erdogan piştî hilbijartinên 12ê Hezîranê dê çi bike. Mixabin têk dan.’’

‘Boykotkirina Meclîsê xeletiyeke stratejîk bû’

Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: ‘’Gotûbêjeke berfireh di astekî bilind de ligel Ocalan hebû, herwiha wek karakterekî siyasî di nav kêşeyê de derdiket. Lê şaşiyên PKKê prose têk da û hewldanên navbera Tirkiye û Abdullah Ocalan jî têk dan.’’ Barzanî, boykotkirina Meclîsa Tirkiyê ji aliyê BDPê ve wek ‘’xeletiyeke stratejîk’’ binav kir û got: ‘’Çênedibû wiha bikin.’’

Cîgirê Serokê PDKê tekez kir ku ji bo Serokwezîrê Tirkiyê ‘’gelekî pêwist e ligel BDP û aliyên din gotûbêj bike, ji ber ewna bi awayekî giştî di berjewendiya Tirkiyê û Kurdan de ye jî. Bi baweriya min ji bo derketina ji wê tevlîheviyê divê banga aştiyê bike. Bêguman divê PKK jî çekan bêdeng bike û ji bo çêkirina zemîneyeke çareserî û aştiyane bike.’’ Barzanî, got ku Erdogan ji ber pêngavên xwe yên wêrek di dema borî de û bihêzbûna wî li Tirkiye û cîhanê erfeta wî heye pirsa Kurd çareser bike, û daxwiyaniyên vê dawiyê yên Erdogan dema got pirsa Kurd li Tirkiyê nîne lê pirsa terorê heye wek ‘’xeletî’’ binav kir.

‘Her bêjî divê çek bên danîn nabe, divê proseyek dest pê bike’

Derbarê daxwiyaniya dawî ya Berdevkê Balyozxaneya Amerîka li Bexda ku ji Rûdawê re gotibû divê PKK bê merc çek deyne, Nêçîrvan Barzanî got ku çekdanîn di çarçoveya proseyeke siyasî ya çareseriya wê pirsê de dibe û wiha berdewam kir: ‘’Divê hikûmeta Tirkiyê proseya vebûna demokratîk germ bike, divê di encama wê proseya siyasî de jî bighe wê merhelê ku çek bên danîn. Divê mirov hinekî rastî biaxife, her bêjî çak bê danîn nabe. Divê proseyek dest pê bike. Di proseyê de bighin wê qonaxê.’’

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, axaftina xwe wiha qedand: ‘’Pêwist e ji bo çareseriyeke aştiyane Amerîka ligel Tirkiyê hewl bide, hewldana Amerîka û welatên Ewrûpa bo çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd gelekî girîngtir e ji wêya rê bide firokeyên Tirkiyê û bên navçeyên Herêma Kurdistanê bombardiman bikin.’’ (Rudaw)

Back to top button