Polîtîk

Li Silêmaniyê Îran û Tirkiye hatin şermezarkirin

Li gora nûçeya AKnewsê,li bajarê Silêmaniyê, xwepêşandanek li dijî êrişên Tirkiye û Îranê bo ser deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê 7 partiyên siyasî ve hat sazkirin.

Organîzatorên xwepêşandanê Mihemed Pişderî, ji AKnewsê re aixvî û derbarê xwepêşadanê de got, ev xwepêşandan di çarçoveya kampanya parastina serweriya Kurdistanê de hat sazkirin û tê de, êrişên bejayî û hewayî yên Îran û Tirkiyê li dijî deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Pişderî, diyar kir, di xwepêşadanê de, daxuyanî hat xwendin ku tê de ji her du dewletên Îran û Tirkiyê hatibû xwestin, demildest êrişên li dijî deverên sînorî bidin sekinandin, xisar û ziyanên xelkê dever qerebû bikin û bi fermî lêborînê ji Herêma Kurdistanê bixwazin, her wiha, ji hikûmeta Herêma Kurdistanê hat xwestin, li dijî her du dewletan, li dadgeha navneteweyî dozê veke.

Mihemed Pişderî, da zanîn, dê bi riya parêzgarê Silêmaniyê, ji Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, Rêxistina Mafên Mirovan a Navneteweyî, Serokatiya Komara Iraqê, parlamento û hikûmetên Iraq û Kurdistanê re nameyekê bişînin.

Xopeshandan Slemania
Biryar bû xwepêşandana îro ya Silêmaniyê, li Parka Dayik bê sazkirin, lê li gorî daxuyaniya parêzgeha Silêmaniyê, ji ber ku parka han di nav bazarê de ye dê bûba sedema qerebalixiyê, lewre cihê xwepêşandanê bo Parka Azadî ya bajêr hat veguhertin.

Partî û aliyên siyasî ku di xwepêşandana îro de,ku pankartên “Bêdengbûn li hember vê tawanê, teslîmbûn li hember zaliman e, em hemû Solîn in” hatibûn hildan, beşdar bûn, wiha ne:

*Partiya Şûî ya Kurdistanê
*Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê
*Tevgera Demokrasîxwazan a Kurdistanê
*Partiya Serbixwe ya Kurdistanê
*Partiya Çep a Kurdistanê
*Tevgera Demkratîk a Gelê Kurdistanê
*Yekitiya Komunîstên Iraqê

Back to top button