
Rojhilata Navîn taybetî jî welatên Ereban di nav guhertinekî de ne. Li welatên Ereban rejimên demokratik yan ku yên bi îrada xelkê bi hilbijartinan hatîn li ser desthilatê tune. Rewşa Libyayê ji welatên din yên Ereban hindikbê jî cudaye. Kadafî û hinek hevalên xwe ji berî 42 salan bi înqilabek leşkerî desthilata Libya kir di destê xwe de. Ji wê rojê heta niha li Libya ji aliyê bîr û baweriyên Kadafî ve hatiye îdarekirin. Tu cara rê nedaye ku warek demokratî li Libya peyda bibe. Vêca desthilat a Kadafî bi çi bête navkirin ne gelekî girîng e. Ya kurt Kadafî dîktaroke û ji dasthilata xwe bî ve rê nedaye kesekî yan jî aliyek din.
Lê Kadafî ne îro yan jî ji berî çend mehan bû dîktator.Çibe ji berî 42 salan bûye. Îro Yekitiya Ewropa , Amerîka û Nato ne ji bo naveroka desthilata Kadafî dixwazê ji ser hukum herê. Berjewendiyên wan welê dixwaze , welê dikin. Tu cara pêwendiya welatên Rojava ne li gora naveroka desthilatan pêkhatiye, her lo gora berjewendiyên xwe pêkanîne. Bi awayek din wan bi xwe ev dîktator peyda kirine û bi wan berjewendiyên xwe parastine. Îro jî rêyek din digerin.
Îro hukumeta Tirkiye bi aweyekî rewşa nû ya Libya dihunîne. Ew rolek taybet dileyzin. Gelo ev ji helwesta dewleta Tirk ya demokratîk tê pêş yan jî ji berjewendiyên wan welê dixwaze. Bê goman li gora berjewendiyên xwe yên rojane helwesta datînin. Doh Kadafî bû îro hinek din .
Li Libya tu şoreş pêknehatiye. Tenê Amerêka û Ewropa muxalefetek pêkanîne û şûna Kadafî dê wan bînin ser desthilatê. Ji xwe ew muxalefeta ku hatî çêkirin piraniya wan û berpirsên wan beşek ji desthilata Kadafî bûn.
Ji aliyê din ve pirsa Libya ji bo Kurda pirsek ji welatên din yên Ereban cudaye. Kadafî arikariya tevgerên azadixwaz tevan kiriye. Ji IRA bigre heta tevgerên welatên Amerîka Latînî , ji Efrika bigre heta Rojhilata navîn arîkariya tevgerên azadixwaz kiriye. Herweha Kadafî her demî pişgiriya tevgera Kurd jî kiriye. Taybet di demê xwe de madî manevî arikariya tevgerên Kurdistana Başûr kiriye û ji bo vê jî gelek welatên Ereb kirine neyarê xwe.
Ji aliyên din Kadafî yekemîn keseke ku bi fermî wek srokê welatekî gotiye divê Kurdistana serbixwe çêbibe. Herweha gotiye ku mafê Kurda jî wek tirka, wek ereba û wek hemî miletên cîhanê heye ku bibin dewletek serbixwe.
Gelek kesan Kadafî wek diktatorekî û keseyek dîn didan nasandin. Başe di vê cîhanê hemiyê de dîne kî pişgiriya mafên rewa yê miletê kurd kiriye. Diviya kurda çi bikira? Dema ku herkesek dijminatiya wan dikira ,dikariyan ku bêjin Kadafî nexêr tu dînî em arîkariya te qebûl nakin? Kurdan bi xwe ji bo arîkariyê baştir bigrin hewldidan.
Doh di derbarê bûyerên Libyayê de daxuyaniya serokê hukumeta derket, rastî mirov nezaniya ew daxuyanî bi navê wî bi xwe ye yan jî bi navê hukumeta herêma Kurdistanêye. Ji bo Daxuyanî ne di malpera fermî ya hukumetê de , di malpera Berhem salih ya taybet de hatibû belavkirin.
Saleh di daxuyaniya xwe de wesfê “şoreşa“ Libya dike û wan pîroz dike. Partiya ku Behrem Saleh berpirsiyariya wê dike, bi salan Libya arîkariya wê kiriye. Hinge jî Kadafî dîktator bû. Hinge jî hinek insan dijê rejima Kadafî hebûn. Îro ji berî herkesekî daxuyaniya Salih bi vî awayî ne daxuyaniyek e ku bi zimanek dîplomatikek kurd hatiye amadekirin.
Li Libya qonaxek xilas dibe, konaxek nû destpê dike. Belê diktatorek diçe lê çi tê şûnê ne kifşe. Ji bo kurda Libya û Surî ne yeke. Divê ev ferqa di navbera herdu welatan ji aliyê kurdan ve bête dîtin. Li Surî ji bo kurdan kurdên Surî ji her tiştekî girîngtire. Sibe li Surî çi bibe bila be eger mafê kurda yên reva li Surî neyê destxistin , tu nirxê guhertinan ji bo kurdan tuneye. Yanî di rewşa îro de, ji aliyekî pişgiriya rejima Surî ji aliyek din îdenekirina Kadafî…Ne siyasetek rast e…
27.08.2011
Dara Bilek